Girtiya siyasî ya nexweş Rehîle Rehmîpûr rakirin nexweşxaneyê

  • 18:34 13 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya di Girtîgeha Qerçek ya Îranê de tê girtin Rehîle Rehmîpûr, ji ber xirabûna rewşa wê ya tenduristî, rakirin nexweşxaneyê.
 
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî der barê rewşa tenduristiya girtiyeke siyasî ya jin nûçeyek weşand.
 
Li gorî nûçeya malperê, girtiyeke siyasî ya jin a binavê Rehîle Rehmîpûr (74) ku li Girtîgeha Qerçek tê ragirtin, ji ber derbazkirina xwînçûyîna hindir rakirin nexweşxaneyê û niha di bin venêrîna hûr de ye.
 
Her wiha têkildarî şert û mercên wê yên di girtîgehê de û paşguhkirina tenduristiya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, ev tişt hate gotin; “Rakirina wê ji bo nexweşxaneyê, piştî ku bi mehan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate astengkirin, pêk hat. Her wiha, tevî şert û mercên awarte, berpirsan di dema rakirina wê bo nexweşxaneyê de, bi karanîna kelepçeyan li ser ferz kirin ku ev yek bû sedema derengketina dermankirina wê û binpêkirinên eşkere yên pîvanên mafên mirovan. Girtiyê siyasî Rehîle Rehmîpûr nexweşiyên weke tumorên mêjî, pirsgirêkên dil û tansiyona bilind pê re derketine. Sê caran hatiye emeliyatkirin. Berpirsên tiba edlî berê gotibûn ku ‘ew nikare ji ber rewşa xirab ya tenduristiya xwe li girtîgehê bê girtin û divê li derveyî girtîgehê di bin çavdêriya taybet de be. Lêbelê, berpirsên dadwerî û girtîgehê ev pêşniyara tiba edlî paşguh kirin.”
 
Di 4’ê Tebaxa 2022’yan de, Ji aliyê Serokê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê Qasim Selawetî, bi sucdariya “komplo li dijî ewlehiya netewî û propagandaya li dijî dewletê” şeş sal cezayê girtîgehê li girtiya siyasî Rehîle Rehmîpûr hate birîn.