
ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 9 Îlon 2025
- Rojev
* Jinên ku em li kolanên Wanê derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn e û gotin, "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê me ye. Divê zarokên me zimanê me fêr bibin. Divê mafên Tirkan ji me re jî derbasdar bin." DÎMEN HEYE
* Zewacên zarokan, di nav pergalê de bûne pirsgirêkek bingehîn. Berfîn Elçî, endama Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê, li ser vê mijarê axivî û got ku çavkaniya bingehîn a vê pirsgirêkê avahiya civakî ya ku ji hêla hişê serdest û dewletê ve hatî sêwirandin e. DÎMEN HEYE
* Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser girîngiya ku jin di avakirina aştiyê de bibin aktorên siyasî axivî û got: "Divê em dengê jinan bilind bikin û rave bikin ka çima ew aştiyê dixwazin. Divê em bi rêxistinbûnek mezin zextê li îktîdarê bikin." BI DÎMEN