
Şandaya jinan li Belçîkayê li ser Jineolojî û dîroka jinê nîqaş kir
- 12:15 11 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serdana xwe ya Navenda Jineolojî, Enstîtuya Kurdî û Navenda Lêkolînan a li Brukselê de girîngiya xurtkirina perwerdehiya jinan û avakirina yekîtiya jinan nîqaş kir.
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gera xwe ya mehekê didomîne, ku tê de serdanên gelek welatên Ewropayê jî hene. Di vê serdanê de şand dê bi rêxistinên jinan û mafên mirovan re hevdîtinan bike. Her wiha bi hejmarek parlamenterên Ewropî re bicive û beşdarî semînerên diyalogê û çalakiyên çandî bibe. Armanc ji van serdanan pêşxistina diyalog û danûstandina zanîn li ser pirsgirêkên jinan û mafên mirovan.
Şandeya jinan ji endama rêveber a Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekîtiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.
Şande duh bi şev gihîşt Brukselê paytexta Belçîkayê û li wir dest bi rêze serdanên 3 navendan kir; Navenda Jineolojî, Enstîtuya Kurdî û Navenda Lêkolînan.
Xwendina dîrokê ji perspektîfa jinan hewce ye
Endamên şandeyê di serdana xwe ya Navenda Jineolojiyê de li ser çalakiyên navendê û rola zanista jinan (Jineolojî) di avakirina nêzîkatiyek rewşenbîrî û civakî de ku dibe alîkar ji bo xurtkirina statuya jinan, ji nûve xwendina dîrokê ji perspektîfa jinan ku edaletê li ezmûnên wan dike û beşdariyên wan ronî dike, nîqaş kirin. Her wiha wan li ser rêbazên berfirehkirina qada bandorê û gihîştina beşek berfirehtir a jinan bi damezrandina yekîtiyek jinan ku hevgirtinê pêş dixe û xebata hevbeş ji bo hêzdarkirin û guhertinê terxan dike, nîqaş kirin.
Têkoşîna jinan nîqaş kirin
Di serdana xwe ya Enstîtuya Kurdî de jî li ser pirsgirêkên jinên Sûriyeyê û têkoşîna wan di salên şoreşê de axivîn. Her wiha tekez kirin ku beşdariya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de kevirê bingehîn ê avakirina civakek piralî li ser bingeha edalet û wekheviyê ye.
Ji bo danûstandinên li ser pirsgirêkên jinan xurtkirina têkiliyan girîng e
Di serdana xwe ya Navenda Lêkolînan de şandeyê bi rêvebera navendê, Ayşe El-Başa re civiya. Şande di çarçoveya xurtkirina têkiliyan û danûstandina nêrînan li ser pirsgirêkên jinan û mafên civakê de, bi şaredara Ixelles re jî hevdîtinek pêk anî.
Dê beşdarî çalakiyên cûrbicûr bibin
Tê payîn ku şande beşdarî rêzeçalakiyên cûrbicûr li çend welatên Ewropî, di nav de Swîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê bibe. Ev beşdarbûn beşdarbûna konferansên navneteweyî, semînerên diyalogê û fesrîvalên çandî, her wiha lidarxistina civîanan bi rêxistinên çalak ên mafên jinan û mirovan re li Ewropayê vedihewîne. Armanc ji van beşdaran ew e ku pêşxistina hevkariyê û danûstandina pisporiyê di warên hêzdarkirin û parêzvaniyê de vedihewîne.