
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 13 Îlon 2025
- Rojev
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan bi salan berê tespîta ‘Divê hûn formula efsûnî ya ‘jin jiyan azadî’ fêr bibin û temsîl bikin’ kir. Ev tespît di 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî li cîhanê belav bû û ji jinan re bû çavkaniya hêzê.
*Parêzer Sîdar Perçîn da zanîn ku tundî bi aliyên aborî, civakî polîtîk, çandî piralî ye û got bêcezahiştin jî gumanbaran bi hêz dike û got: “Ji bo ev zincîr bê şikandin divê polîtîkayên ewlehî- parastinê bên zêdekirin û hiqûq pêk bê.” DÎMEN HEYE
*Endama Egîtîm-Senê Zeynep Torun da zanîn ku ji bo zarokên ku bi zimanê xwe nikarin perwerdê bibînin, mufredatek nû û aştiyane dixwazin û wiha got: “Divê bi awayekî wekhev mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo her kesî bê dayîn.”DÎMEN HEYE