
Formula efsûnî ya serhildanekê: Jin jiyan azadî
- 09:04 13 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan bi salan berê tespîta ‘Divê hûn formula efsûnî ya ‘jin jiyan azadî’ fêr bibin û temsîl bikin’ kir. Ev tespît di 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî li cîhanê belav bû û ji jinan re bû çavkaniya hêzê.
Li Îranê jina Kurd Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’an de hat binçavkirin û di 16’ê îlona 2022’an de hat qetilkirin. Piştî vê serhildana bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir li seranserê cîhanê bû çavkaniya hêza têkoşîna jinan.
‘Jin jiyan azadî’ ku dirûşmeya esas a şoreşa jinê ye û ji wê wêdetir bûye wek felsefeyekê, wek rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî formule kiriye, nêzîkatiyeke îdeolojîk û felsefîk a têkliiya jiyan û azadiyê ya jinan bi hev girê dide ye.
Hewcedariya bi şoreşa jinê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandina der barê ‘Jin jiyan azadî’ de wiha digot: “Pergal bi reformê şansê sererastbûnê winda kiriye. Ya pêwist li qadên civakî meşandina ‘şoreşa jinê ye’. Çawa koletiya jinê ya herî giran e, şoreşa jinê jî divê şoreşa wekhevî û azadiyê be. Di roja me de jiyan bê wete bûye. Ji bo ev bê çareserkirin divê azadî bê hedefkirin.
Bêyî fikr û xeyalan jiyan nabe
Jiyana mirovan ji bo kesên heqîqetê fêm dikin tiştekî mucîze ye. Jiyan bi xwe çavkaniya coş û kelecanê ye. Di jiyanê de wateya gerdunê veşartiye. Divê bi taybet jin vê jiyana bê wate ji ser xwe bavêjin jiyanek bi îdia hedef bikin û li ser azadiyê bisekinin. Bêyî fikr û xeyalan jiyan nabe.
Fêmkirina îro ji zanîna dîrokê derbas dibe
Divê hezkirin xwe bispêre watedarkirinê. Watedarî çi ye? Ev jî dikeve felsefeyê. Felsefe çawa tê kirin, çawa tê fêrbûn? Ji bo vê jî divê sosyalojî bê xwendin. Divê dîroka her tiştî jî bê zanîn. Fêmkirina îro ji zanîna dîrokê derbas dibe. Jin di vir de biserkevin wê wek jin jî wek mirov jî bên hezkirin.
Divê jin ‘xwebûn’ bin
Min berê jî gotibû xwedavendî. Ev jî tê wateya xwenaskirinê. Xwenskirin, ji fêrbûna zanabûnê derbas dibe. Bila jin ewil dîroka xwe bizanibin. Ji bo jin azad bibin divê ewil xwe nas bikin. Ketin çiqas giran be azadbûn jî divê ev kûr û mezin be. Divê jin ne hevjîna mêr, keça bav, divê Xwe be. Wekê din çare nîne. Hûn neçarin bibin Xwediyên xwe.
Jinên azad wek rojê vedijin
Mirovbûn, Îştarbûn ji fêrbûnê derbas dibe. Bi vî awayî em dikarin pergala zext, zexta civakî tune bikin. Jin 9000 salin têk çû ne. Em hewl didin wan wek jinên azad rabikin ser piyan. Jin wek rojê vedijin. Jin hebûnek bi nirx e. gotinên ‘jin jiyan’ jî ji bo vê bi nirxin.
Dîrok çawa bi koletiya zayendî bi şer, binpêkirin û dîroka derewan dest pê kiriye wê bi têkoşîn û serkeftina jinan jî dîroka rastî, aştî û wekheviyê ji nû ve bê nivîsin. Azadiya jinan wê rokek mezin bilîze û ev jî wê serdema azadiya jinan bide jiyîn.
Formula efsûnî ya Jin jiyan azadî
Divê em formula efsûnî ya Jin-Jiyan-Azadî fêr bibin û temsîl bikin. Jiyana mirovan ancax bi azadiyê watedar dibe. Bêyî azadî jiyan her tim zindanek tarî ye. Jiyan xespkirî ye, ji dest hatiye girtin.
Li ku derê dibe bila bibe dixwazî li der dixwazî li hundir, dixwazî di zikê dayikê û her derê de jiyana mirovan ancax bi azadî û cudahiyê dikare wekhev û demokratîk be. Ji bilî vê jî teşeyên jiyanê nexweşî ye.
Ya ji şoreşa zîhniyetê tê qestkirin hişmendiya civaka azad e. Hişmendî ne tenê zanebûn e, di heman demê de tê wteya ku divê çawa bê kirinê ye. Hêza pêkanînê jî biryarbûnê îfade dike. Ya ku cîhana zîhniyetê mezin neke, nikare têkoşîna azadiyê jî bimeşîne. Destpêka jirêderketinê, dema bidawîbûn û valabûna zîhniyetê ye.
Di civaka Kurd de bandora dema neolîtîk hîna li ser jinan heye. Ligel vê seranserê dîrokê êşa pêvajoyên hemû şaristaniyan jiyaye. Xwedî hêzeke berxwedêr e. Bêguman rastî îxaneta serdemê jî hatiye. Ev bi taybetî bi hewldanên gerdunî yên femînîzmê re bên gel hev dikare partiyek jinan a cuda di têkoşîna wekhevî û demorasiyê ya civakî de rolek mezin bilîze. PAJK jî li gorî vê rolê hatiye avakirin.
Têkoşîna jinên Kurd bandor û pêşketinek çawa li cîhanê kiriye tê dîtin. Îradeya jinan, azadiya jinan encamên dîrokî yên mezin diafirîne. Di vê esasê de jinên Kurd, tevgera azadiya jinên Kurd li herêmê û cîhanê bûye pêşeng. Vê rewşê jî pergala siyasî serobino kiriye. Ji vir şûnde jî ev rewş wê hîn xurtir bidome.”