Xwendekar ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne: Rektor li ku derê ye?

  • 22:06 22 Cotmeh 2025
  • Rojane
WAN - Çalakiya ku xwendekarên YYU ji bo Rojîn Kabaîş dabûn destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Xewndekaran diyar kirin ku heta daxwazên wnneyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.
 
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê çalakiya ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş dabûn destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam kirin. Xwendekar îro jî meşiyan fakulteya ku Rojîn Kabaîş lê dixwend.  Dovîzên ‘Qêrîna Rojînê wê bêdengiyê hişyar bike’, ‘Bêdengî hevkariya sûce’ hatin hildan û dirûşmeyên ‘Kampus li vir e rektor li ku derê ye’ berz kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli tevli çalakiyê bûn.
 
Rêvebera OHD’a Wanê Ebru Demîrtepe axivî û da zanîn ku ew wek parêzerên OHD’ê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin, çalakiya xwenekarana ji nêz ve dişopînin. Ebru Demîrtepe destnÎşan kir kul i pişt her mirinek biguman a jinan tiştek heye û daxuyand ku mirina Rojînê jî ne întîxare cînayete.
 
Her wiha xwendekaran diyarkirin ku heta ku daxwazên wan neyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.