Ji rojnamegeran li dijî sansurê bertek: Em ê hesabê Rojînê bipirsin

  • 18:56 24 Cotmeh 2025
  • Rojane
WAN – Bertekên li hemberî ronînekirina mirina bi guman a Rojîn Kabaîş didomin. Li Wanê MKG, DFG û ÎHAMED, bertek nîşanî sansûr û zextên li ser rojnamevanan dan û gotin: "Em ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin."
 
Mirina biguman a xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê û dosyaya lêpirsînê hîn jî yek ji rojevên sereke ye. Neeşkerekirina nimûneyên DNA'yê yên du zilamên ku di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatin tespîtkirin. Binpêkirinên ku di dema lêpirsinan de derketî holê bû sedema nerazîbûnan. Her wiha rojnamegerên ku derheqê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de nûçe çêdikin jî bi sansûran re rûbirû dimînin. Derbarê mijarê de li Wanê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Medya û Mafê Mirovan (ÎHAMED) daxuyaniyek da çapemeniyê.Rojnamegerên li kampusa zanîngehê hatin gel hev, xwendekaran jî piştgirî dan wan.
 
Çalakiya runiştiştinê ya xwendekaran da destpêkirin bi daxuyaniya hat dayîn berdewamkirin.
 
Endama MKG’ê Ozlem Yacan metnda daxuyaniyê xwend û wiha got: "Xwepêşandan li seranserê welat ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş berdewam dikin. Ev salek e di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Her wiha bêbersivmayîna bi dehan pirsan û xemsariya ji ber vê yekê, xwepêşandanan mezin dikin. Yek ji van xwepêşandanan niha li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di roja xwe ya 12'yan de ye.”
 
‘Rektor li şûna peywira xwe bike rojnamegeran asteng dike’
 
Ozlem Yacan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hevalên Rojînê ev 12 roj in ji bo li kampuseke bi ewle perwerdeyê bibînin û ji bo bersiva pirsên di hişê xwe de bigirin dixwazin Rektor Hamdullah Şevlî daxuyaniyekê bide. Ozlem Yacan wiha vegot: “Lêbelê, Rektor Hamdullah Şevlî bi israr bêdengiya xwe ya salekê didomîne. Wekî endamên çapemeniyê, em li cihê bûyerê xwepêşandanan dişopînin, fikarên ewlehiya xwendekaran tînin ziman û di çarçoveya mafê agahdarkirinê yê raya giştî de erkên xwe bi cih tînin. Lê belê Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Hamdullah Şevli dewsa peywira xwe ya eslî pêk bîne û kampusê bike cihekî ewle berovajî vê yekê ketina kampusê ya rojnamegeran asteng dike. Her wiha ji bo hesabên medyayê yên rojnamegeran û rojanameyan ên nûçeyan têkildarî Rojînê de parve dikin, bên astengkirin, talîmatan belav dike.”
 
‘Em ê nûçeyan bigihînin rayagiştî’
 
Ozlem Yacan daxuyanî wiha bidawî kir: “Bi van talîmatan hesabên X (Twitter) yên rojnameger Rûşen Takva û Kadir Cesûr her wiha yê Rojnameya Yenî Yaşamê hatin astengkirin. Her wiha parvekirinên rojnameger Adnan Bîlen û Rojnameya Wan Expressê jî di heman çarçoveyê de hatin astengkirin. Ji ber nûçeya bi sernavê 'Îdîaya Nehatiye Lêkolînkirin: Peywirdarê Ewlehiyê yê ku Reviya Derveyî Welat' ku li ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş hatibû amadekirin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî rojnamevan Oznûr Deger bi tohmeta 'Belavkirina agahiyên şaş ên bi eşkereyî' lêpirsîn da destpêkirin. Dîlan Babat ku heman nûçe li ser hesabê ajansa xwe parve kiribû, jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve ji bo îfadeyê hat gazîkirin. Hîn çend hesabên welatiyan hatine astengkirin ne diyar e! Em van talîmatên li derveyî hiqûqê nas nakin. Em ê peywira xwe ya ragihandina nûçeyên rast a ji raya giştî re dewam bikin. Em di vêya de israr dikin. Em ji Rektorê zanîngehê Hamdullah Şevli re dibêjin; dewsa ku çapemeniyê asteng dike û azadiya raman binpê dike bila peywira xwe ya eslî bi cih bîne. Bila ewlehiya xwendekaran bi cih bîne û kampusê veguherîne hêlîna zanistê.Wek rojnamevan, em ê heta ku zimanê me dikare, pênûsên me dikarin û bêhna me têrê dike, binivîsin û lê bipirsin. Wek dengê civakê, em ê heta ku rastiya li ser Rojînê eşkere bibe, binivîsin, lêkolîn bikin û bipirsin.Çapemeniya azad nayê bêdengkirin."