Parêzvana maf Halîme Pejvak li Îranê hat binçavkirin

  • 20:25 28 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafê jinan Halîme Pejvak li Îranê bi hinceta ‘vîzeya wê tuneye’ hat binçavkirin. Halîme Pejvak ya bi xetereya dersînorkirinê re rû bi rû ye, di rewşa ku bişînin Afganîstanê  wê bi binpêkirinên mafan yên giran re bê rû hev.
 
Halîme Pejvak ya bi xebatên xwe yên li dijî rejîma Talîban tê zanîn, li Îranê ji aliyê polîsên Îranê ve hat binçavkirin. Li gorî nûçeya Jinha’yê de cih digire Halîme Pejvak niha li Kampa Gorgan tê girtin.
 
Rêxistinên mafên jinan û torên piştevaniya bi penaberan re diyar kirin ku dersînorkirina Pejvakê binpêkirina mafê mirovane û bang li saziyên navneteweyî hat kirin. Parêzvanên maf  bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin dewrê û Halîme Pejvak bê berdan.
 
Di rewşa radestkirina Halîme Pejvak rîska ku Talîban wê bigirin û îşkenceyên giran bikin heye.