Endama Kordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jiyana xwe ji dest da

  • 21:50 28 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêr li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.
 
Hêvî Silêman a ji bajarê Mabeta yê Efrînê di temenê 62 saliyê de jiyana xwe ji dest da.  Hêvî Silêman ya dayika 7 zarokan bû, bi welatparêzî, têkoşîn û berxwedana xwe dihat zanîn.
Hêvî  Silêman ji mamosteyên destpêkê ku perwerde bi zimanê Kurdî li Helebê di 2010 -2011ˊan de dida û endama damezrîner a SZKˊê bû, ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û herî dawî endama Koordînasyona Kogra Star bû.
 
Hêvî Silêman heman demê de di têkoşîna ji bo gelê Kurd û jinan cih girt, di berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê de roleke pêşeng lîstiye.