Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dest ji têkoşînê bernadin

  • 13:06 10 Mijdar 2025
  • Rojane
ENQERE - Li pêşiya Gar a Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de hatin qetilkirin, di meha 121'emîn de hatin bîranîn.
 
Li pêşiya Gara Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de hatin qetilkirin, di meha 121'emîn de hatin bîranîn.
 
Di bîranînê de ku di saeta komkujiyê de hate kirin, malbat, xizmên mexdûran û nûnerên civakî yên sivîl amade bûn.
 
Girseya gel dirûşmên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Roj wê bê dewran wê vegere, kujer wê hesab bide gel" qîriya û pankarta ji wêneyên qurbaniyan hilda.
 
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik anî ziman ku li gel nasname û navnîşana kujerên komkujiyê diyar e jî 121 meh in nehatine girtin û got, "Hûn çi dikin bikin, em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û aştiyê ti carî bernedin."
 
Kocabiyik anî ziman ku heta edalet pêk neyê aştî nepêkan e û destnîşan kir ku têkoşîna edaletê bingeha hêviya aştiyê ye.
 
Merasîma bîranînê bi serdana bîrdariya ji wêneyên qurbaniyên komkujiyê bi dawî bû.