ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 17 Kanûn 2025
- Rojev
*Hevala Cîhan Bîlgîn, nûçegîhana ANHA’yê Silava Abdurarahman di yekemîn salvegera qetilkirina Cîhan Bîlgîn de axivî û got: “Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wê bixebitin. Wê îradeya me tu car neşikê. Hevalên me wê di dilê me de bijîn.” DÎMEN HEYE
*Yuksel Genç diyar kir ku jinên Kurd bi awayekî xurt xwedî li pêvajoyê derdikevin û jinên bajarên Tirkiyeyê ji pêvajoyê dûr in. Yuksel Genç daxuyakirin ku hewce bi mekanîzmayên nû yên ku aştiyê bi jinan re mayînde dike heye. BI DÎMEN
*Jinên tevli vekirina ZIMANGER bûn wiha got: “Divê Kurdî bibe xwedî statu û di perwerdê de bibe zimanê fermî. Ev ne daxwazek kêfiye, ferz e." BI DÎMEN
*Taybet Înan ya 57 salî ku di qedexeyên derketina derve li Sîlopiyê hat qetilkirin cenazeya wê bi rojan li kolanê ma û lêpirsînên hatin destpêkirin jî bê encam man.







