Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zana hatine kirin dan
- 14:08 18 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Rêveberiyên 16 baroyan, diyar kirin ku heqaretên di maça Bursaspor-Somasporê de li Leyla Zanayê hatine kirin nayên qebûlkirin û xwestin berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.
Di maça Bursaspor-Somasporê de çêr û heqaret li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatin kirin. Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Îdir, Colemêrg, Qêrs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê têkildarî van çêr û heqaretan daxuyaniyeke nivîskî dan. Baroyan, diyar kir ku gotinên biçûkxistinê û yên cihêkar ên li dijî Leyla Zanayê nayên qebûlkirin û weke gotinên li dijî rûmeta mirovahiyê nirxand.
Baroyan, got ku divê çêr û heqaretên hatine kirin ne tenê weke bertekeke jinişka ve û jirêzê werin dîtin û gotin: “Di wan çêr û heqaretan, hebûna jin û Kurdan a di qada cemaweriyê de, mafên nûnertî û hemwelatiyê hedef hatine girtin. Zimanê nefretê ne tenê zirarê dide şexsan, di heman demê de zirarê dide îradeya pêkvejiyanê. Bi vî zimanê nefretê û van heqaretan, li dijî pergala civaka demokratîk in û rêgezên dewleta hiqûqê hatine binpêkirin.”
Baroyan xwestin ku gotinên nefretê bêceza nemînin nexwe bi vî awayî dê cihêkarî bê asayîkirin. Baroyan, da zanîn ku Qanûna Têkildarî Pêşîlêgirtina Tundî û Bêpergaliyê ya di Sporê de ya Hejmar 6222’yê; tezahûratên heqaret tê de hene, çêr, biçûkxistin û êrişên li dijî mafên şexsî qedexe dike. Baroyan, xwest ku qeydên weşanê yên maçê, qeydên kamerayan û raporên federasyonê tavilê bên lêkolînkirin û ceza û meyîdeyên pêwîst tavilê bên dayin. Ji TFF’ê jî hat xwestin ku disiplîna xwe bicih bîne û berpirsyarên van çêr û heqaretan bên cezakirin.







