'Ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e'
- 12:59 10 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li ser qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî ya Meclisê de axivî, destnîşan kir ku ew qanûn ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e û got ku bi gavên demokratîk aştî mîsoger dibe.
Qanûna Çarçoveyî ya "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî li ser qanûna çarçoveyî li bendê ye qanûn di encama dengdayînê de di Desteya Giştî ya Meclisê de bê erêkirin û bibe qanûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî gotinên Aram Tîgran ku gotibû ‘Heke ez careke din bêm dinyayê dixwazim hemû çekan bihelînim û bikim saz û cumbuş’ bi bîr xist û got ku ew qanûn ji bo aştiyê deriyekî vêdike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukçu jî bal kişand ser çalakiya karkerên madenê û xwest mafên karkerên madenê bi cih werin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî tevî kemasiyan jî ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e û wiha got: “Berpirsyariya me ew ê ku em vê destpêkê mezin bikin. Ji ber ku aştî tenê bi qanûneke nayê. Aştî ji hemû qadan avêtina gavên demokratîk mîsoger dibe. Bi bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, rakirina astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî aştî mîsoger dibe. Hemû netew û bawerî bikarin xwe îfade bikin. Em pêşerojeke wisa armanc dikin. Armanca me ya Komara Demokratîk jî ew e. Ew pêvajo ne berpirsyariya tenê partiyekê ye. Berpirsyariya me hemûyan e. Ji bo wê jî banga me ji partiyên siyasî re ew ê ku werin em bi hev re xwedî lê derbikevin. Aştî mifteya ciwan bi hêvî bikarin vî welatî bijîn, jin bigehejin mafên xwe û aramî pêk were ye. Firsendeke mezin ji bo aramiyê li pêş me ye. Em bawer in ku Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Werin em aştiyê bi hev re mîsoger bikin û hemwelatiya wekhev bi hev re xurt bikin. Ji bo wê jî gava em îro biavêjin hêvî dikin bibe destpêkek ji bo gelên me.”







