Ji bo jinên Efganistanê ji 56 welat û YE’yê banga "qedexeyan rakin"

  • 12:37 15 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5’emîn salvegera desthilatdariya Talîbanê ya li Efganistanê, 56 welatan û Yekîtiya Ewropayê daxwaz kirin ku polîtîkayên cudakar ên li dijî jin û zarokên keç demildest bên rakirin.
 
56 welatan û Yekîtiya Ewropayê (YE), di daxuyaniya hevpar têkildarî 5’yemîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatdariya Efganistanê ku li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) weşandin de, bang li Talîbanê kirin ku dawî li polîtîka û biryarnameyên xwe yên cudakar ên ku jin û zarokên keç ên li Efganistanê hedef digirin bîne.
 
Di daxuyaniya di 5’yemîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatdariya Efganistanê hatî weşandin de, bal kişand ser hevgirtina bi gelê Efganistanê re û hate gotin ku divê civaka navneteweyî eleqeya xwe ya li hember pêşketinên li welat bidomîne.
 
Welatên ku daxuyanî îmze kirine, bang li Talîbanê kirin ku qedexeyên li ser jin û zarokên keçan rake, destûr bide zarokên keç vegerin dibistanê û astengiyên li pêşiya beşdariya temamî, wekhev û watedar a jinan di warên civakî, siyasî û aborî de ji holê rake.
 
Qedexeya li ser jinên Efganî yên ku di saziyên NY de dixebitin jî hate rexnekirin û hate tekez kirin ku divê ev sînordarkirin bê rakirin.
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat bilêv kirin: “Nebûna rêveberiyeke berfireh li Efganistanê, binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam, krîza mirovî, aborî û gefên ewlehî û terorîstî di nav sedemên sereke yên bêaramiya li welêt de cih digre. Divê axa Efganistanê ji bo gefxwarin an êrîşkirina welatên din neyê bikar anîn. Bi heman awayî, divê destûr neyê dayîn ku plansazkirin, fînansekirin, stargehkirin, an perwerdekirina komên terorîst asan bike.”
 
Di daxuyaniyê de wiha hate ser ziman: “Alîkariya mirovî bi tena serê xwe nikare krîza li Efganistanê çareser bike. Ji bo baştirkirina mayînde ya şert û mercan avakirina hikûmetek berfireh, pêwîstî bi rêzgirtina mafên mirovan û beşdariya welatiyan di pêvajoyên biryardanê de heye. Îro 5 sal bi ser 15’ê Tebaxa 2021’an, dema ku Talîbanê dîsa desthilatdarî bi dest xist û hikûmeta komarî li Efganistanê hilweşiya re derbas dibe. Di vê demê de, jin û zarokên keç ji perwerde, kar û warên berfireh ên jiyana civakî bêpar mane. Her ku krîza aborî û mirovî kûrtir dibe, xizanî û bêkarî zêde dibe; çalakiyên medyayê û rêxistinên civaka sivîl têne sînordarkirin û beşdariya giştî di mekanîzmayên rêveberiyê de di astek mezin de ji holê rabûye.”
 
Her wiha fikarên li ser çalakiyên komên çekdar li Efganistanê û îhtîmala ku axa welat ji bo gef û êrîşên li dijî welatên din bê bikar anîn, berdewam dikin.