Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe

  • 14:06 28 Tebax 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê qanûna çarçoveyî de diyar kir ku divê ji bo rêvebirina pêvajoyê Abdullah Ocalan çalaktir be û wiha got: “Divê Desteya Şopandin û Tespîtê ne tenê ji bo bêçekirinê bi mîsyona xwe rabe divê ji bo rêvebirina pêvajoyê çalaktir bibe.”
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên dawî û pêvajoyê de li navenda giştî ya partiya xwe civina çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan di serî de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha got: “Ez di serî de bi qanûna çarçoveyî dest bi axaftina xwe bikim. Di vê çarçoveyê de Desteyeke Şopandin û Tespîtê hat avakirin. Destpêkirina xebata desteyê gelek girîng e. Ev deste divê li gorî rewşa îroyîn tevbigere. Rojên pêşiya me ev deste wê çawa xebatên xwe bike, kîjan beşên civakê di bin banê Desteyê de be, wê diyar bibe. Ev pêvajo pêvajoya avakirinê ye. Divê beşên civakî yên sivîl tev li desteyê bibe û xebatên aştiyê bi rê ve bibe. Em qala avakirina aştiya civakî û demokratîkbûnê dikin. Divê hemû beşên civakê tev li avakirinê bibin.”
 
’Divê birêz Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe’
 
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dikaribe bi rêk û pêk pêvajoyê bi rê ve bibe divê şert û mercên wî werin guhertin, baş kirin û ev yek anî ziman: “Daxwaza me ya herî girîng ew e ku ji bo rêvebirina vê pêvajoyê şert û mercên birêz Ocalan e. Rewşa heyî jî nîşanî me dide ku divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin. Divê tenê ne bêçekkirin were nirxandin û axaftin, divê ji bo biratiya dîrokî ya Tirk û Kurd pêvajo were birêvebirin. Divê birêz Ocalan bi eşkere vê pêvajoyê dbi rê ve bibe. Em ji bo xurtkirina vê biratiyê di demeke dîrokî de ne. Em dîsa bi bîr dixin ku pêwîste ku zimanekê nû bê avakirin û were axaftin. Pêwistiya Tirkiyeyê pê heye ku aştiyek mayînde û bi rûmet were pêkanîn. Em her tim vêya tînin ziman û vêya dixwazin û têdikoşin. Her çiqas kêmasiyên vê qanûna çarçoveyî hebe jî divê em erênî nêz bibin û bibînin. Ev yek ji bo derbasbûna hêla hiqûqê ve girîng e.”
 
’Divê em dengê dayikan bibihîzin’
 
Ayşegul Dogan bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurd ku niha li bajarên Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin, bi bîr xist û wiha got: “Em niha qala aştiyê dikin, divê em bi tiştên berê ku qewimîne re rû bi rû bibin. Divê em êşên xwe nedin hemberî hev. Em niha qala vegeran dikin. Heke pêvajoya sala 2015an bi ser biketa ewqas mirin û şîn jî nedibûn. Divê dê û bavên wan kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane bên cem hev û şîna xwe bi hev re bigirin. Êşên xwe bi hev re bijîn. Dayik aştiyê dixwazin. Dibejîn me zarokên xwe winda kir bila zarokên wan bibin ên dawî. Divê em dengê dyikan bibihîzin. Divê em bi cesaeret rabin û bi êşên malbatan re hevrû bibin.”
 
‘Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê vîneke mezin derket holê’
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser geşdanên li Rojava-Sûriyeyê diqewimin û wiha axivî: “Em geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Geşedanên li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê û yên li hêremê bi hev ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê aştiyek mayînde pêk were dê bandorek mezin li hêrêmê jî bike. Tiştên li Sûriyeyê niha pêk tên ji bo Tirkiyeyê gellek girîng e. Ji bo temambûna entegrasyonê qonaxek derbas bû. Niha qonaxek din dest pê dike. Ji bo yekparebûna Sûriyeyê ev lihevkirin pêşketinek mezin e. Ji bo parastina axa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi rolek mezin rabû. Wê HSD niha jî ji bo pêşketina demokrasiya Sûriyeyê gelek xebatan bike. Mezlûm Ebdî heta niha di nav şer de bû lê niha êdî wî vîna siyaseta demokratîk derxist holê. Birêz Ocalan ji bo aştiya herêmê kirdeya herî girîng e. Çimkî bi salane ji bo aştiyê têdikoş e. Divê êdî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi awayek fermî dawetî Tirkiyeyê bên kirin.”
 
Kongre dê bi girseyî neyê lidarxistin
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser li darxistina kongreya DEM Partiyê ya asayî ku dê di 6 Îlone de li Enqereyê were lidarxistin û destnîşan kir ku amadekariyên kongreya wan didomin û ew vê kongreyê bi awayekî girseyî li dar naxin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ev kongreya asayî amadekariya kongreya mezin e ku di demên pêş de li dar bixin.