Li Nisêbînê bîranîn: Me gava yekem a aştiyê bi rêwiyên aştiyê pêşwazî kir
- 13:22 28 Tebax 2026
- Rojane
Oznur Deger
MÊRDÎN - Welatiyên ku di bîranîna ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane axivîn, ev peyam dan: "Me ligel rêwiyên aştiyê pêşwazî li gava yekem a ber bi aştiyê ve kir. Me meşaleya berxwedanê hilda destê xwe û em ê Komara Demokratîk ava bikin. Em deyndarên wan in."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji bo kesên ku di dem û li cihên cuda di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn hat lidarxistin. Ev bîranîna ku li Bazara Girtî û bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa şaristaniyê d Winda Kirine (MEBYA-DER) tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
'Em deynadar felsefeya rêber apo ku kiriye jiyanê ne'
Welatiyên ku di merasîmê de axivîn, hesta xwe ya deyndariyê li hemberî şehîdan anîn ziman û gotin: "Em deyndarê felsefeya jiyanê ya ku Rêber Apo xistiye pratîkê ne. Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan; yên ku rê li ber nirxên me yên hêja vekirin û ji bo paşeroja gel canê xwe feda kirin. Me ligel rêwiyên aştiyê pêşwazî li gava yekem a ber bi aştiyê ve kir. Me meşaleya berxwedanê hilda destê xwe û em ê Komara Demokratîk ava bikin. Pêşxistina vê pêvajoyê erkek e ku dikeve ser milê me; wan ji bo me canê xwe dan û tu gotin bi rastî têrê nakin Em deyndarên wan in."







