Li Kerboranê ji bo pakrewanan bîranîn

  • 14:59 29 Tebax 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Kerboran a Mêrdînê ji bo kesên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bi bîr anînê hat lidarxistin û bi bîranîn di roja duyemîn de didome. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo pakrewanên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmên bi bîranînê hat lidarxistin. Bername di roja duyemîn de didome. Ji bo Felek Yîgît (Arjîn Kerboran), Eshan Agirman (Çekdar Serdar) û Hanîfe Cebe (Dîcle) li Mala Şînê ya Gerîkayê ya li navenda navçeyê bîranîn hat lidarxistin. 
 
Li ser maseyan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û kulîlk hatin danîn û li dîwar jî pankerta wêneyê kesên jiyana xwe ji dest dane û dirûşmeya "Şehîd Namirin" nivîsandî hat daliqandin. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de gelek kesan serdana malbatan kir.
 
Merasîm, dê sibê bi dawî bibe.