Dayikên Şemiyê aqûbeta windayên xwe pirsîn
- 14:45 29 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1118'an a çalakiyên xwe de, li Qada Galatasarayê li hev civiyan da ku Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên Windakirina bi Zorê (30'ê Tebaxê bi bîr bînin û pirsîn: "Hezkiriyên me yên winda li ku ne?"
Dayik û Kesên Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya li Beyogluyê ji bo hefteya 1118'an a çalakiya xwe ya berdewam li hev civiyan. Çalakiya ku armanca wê daxwaza eşkerekirina rastiya derbarê aqûbeta xizmên wan yên ku dema di bin çavdêriya dewletê de bûn, bûn hatin widakirinû her wiha daxwaza darizandina berpirsan e. Di çalakiya vê heftiyê de, ji bo bibîranîna Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên Windakirina bi Zorê daxuyaniyek hate dayîn. Endama Komîsyona Kesên Windabûyî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Sebla Arcan, daxuyaniya çapemeniyê xwend.
'Hezkiriyên me yên winda li ku ne?'
Sebla Arcan bal kişand ser 30'ê Tebaxê Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên Windakirina bi Zorê ku rojeke hevpar a têkoşînê ye ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên ku li seranserê bi darê zorê hatine windakirin û got: "Sibê, xizmên kesên windabûyî li seranserê cîhanê dê heman pirsê bikin da ku aqûbeta hezkiriyên xwe yên ku bi zorê ji wan hatine qetandin fêm bikin: Ew li ku ne? Wekî beşek ji vê têkoşînê, em jî ji Galatasarayê dipirsin: Hezkiriyên me yên winda li ku ne? Ji bo me, windakirina bi zorê ne tenê windabûna kesekî ye dema ku di bin kontrola dewletê de ye; redkirina bûyerê ya piştre, bêbandorkirina lêpirsînan û parastina berpirsan, hemû berdewamiya vî sûcî ne."
Sebla Arcan bi bîr xist ku xizmên wan piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin, tu carî venegeriyan û diyar kir ku dewlet li şûna eşkerekirina aqûbeta windabûyan, polîtîkayeke redkirinê meşandiye û got: "Lêpirsîn bêbandor hatin hiştin. Delîl hatin veşartin. Berpirs û sûcdar hatin parastin.sûc bi rêya redkirin û bêcezahiştinê hate veşartin."
Sebla Arcan, bi gotina ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku aqûbeta windahiyan eşkere bibe û berpirsiyar bên darizandin û wiha got: "Em windahiyên xwe ji bîr nakin. Em înkarê qebûl nakin. Em bêcezahiştinê qebûl nakin. Em dev ji daxwaza xwe ya ji bo rastî û edalê bernadin."
Eren Keskin: Tawanbar tên zanîn
Parêzer Eren Keskin, piştî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye Peymana Navneteweyî ya derbarê windakirinên bi zorê de îmze nekiriye. Eren Keskin da zanîn ku hewl tê dayîn dozên têkildarî kesên bi zorê hatine windakirin, bi hinceta "demborînê" tên girtin û got: "Eger dewletek bi rastî bixwaze dozên windahiyan ên neçareserkirî çareser bike, pêşî peymanên navneteweyî îmze dike. Lêbelê, Komara Tirkiyeyê bi awayekî bi zanebûn red dike ku vê peymanê îmze bike. Ji bo dosyayên mirovên me yên ku bi zorê hatine windakirin, biryarên girtina dozan bi hinceta demborînê tên dayîn."
Eren Keskin amaje bi daxuyaniyên dawî yên Wezareta Dadê kir ku soz didan dozên windahiyan ên neçareserkirî çareser bikin û wiha got: "Piraniya dozên li vir di rastiyê de ne 'neçareserkirî' ne; tawanbar tên zanîn. Eger Wezaretê bixwesta, malbatan dê bi dilxwazî ??di vê mijarê de alîkariya dozgeran bikira. Hemû daxwazên me hatin redkirin. Biryarên girtina dozan li ser bingeha demborînê hatin dayîn."
'Em têkoşîna wan didomînin'
Biirayê Rıdvan Karakoç Hasan Karakoç, jî anî ziman ku ew ev 32 sal in ji Qada Galatasarayê bang li rayedaran dikin û got: "Bila tawanbar bên dîtin; bila berpirsiyar bên darizandin. Zarokên ku dema ev pêvajo dest pê kirîbû hatibûn dinyayê, niha bûne 32 salî. Em bi salan e têdikoşin, lê tu pêşveçûn çênebûye. Me di nava 'Mirovên Şemiyê' de dayik û bavên xwe winda kirin; wan bêyî ku çarenûsa zarokên xwe fêm bikin, jiyana xwe ji dest dan. Em li şûna wan jî vê têkoşînê didomînin. Tu windayên me nînin ku me dengê xwe li ser bilind nekiribe."
'Em bîra paşerojê ne'
Birayê Cemil Kırbayır Mîkayîl Kirbayir, tekez kir ku Qada Galatasarayê ne tenê qadek e, lê her wiha cihekî bîrê ye û got: "Em bîra paşerojê ne. Em natirsin û em nawestin. Heta ku çarenivîsa hezkiriyên me eşkere bibe û berpirsiyar werin darizandin, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."







