Kela berxwedanê bi merasimeke bi heybet keça xwe ya Rojnamevan hemêz kir

  • 09:48 15 Cotmeh 2017
  • Rojane

KOBANÊ- Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbîş li goristina Şehîd Dîcle li  cihê ku dest bi rojnamevantiyê kiribû li hemêza bajarê xwe duh êvarê hat oxirkirin. 

Cenezeyê Rojnemevan Dilîşan Îbîş bi kerwerwaneke bi heybet li Kobanê li Goristana Şehîd Dicle  bi tilîliyên dayikan li ser milên hevalên xwe hat definkirin.
 
Di merasîmê de Rojnamevan Sterk Gulo axivî û wiha bahsa ked û berxwedana dîlîşan axivî û hevalên wê jî soz dan ku ewê berxwedana Dilîşanê ji cihê mayî berdewam bikin.
 
Piştî ku Dilîşan spartin axê hevalên Dilîşan çûn serdana malbata wê û sersaxî ji malbata wê re xwestin.