Gulîstan Gulo: Divê hebûna me di destûra nû de bê qebûlkirin

  • 09:04 8 Gulan 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO- Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê YPJ'ê qebûl nake û got:" Hikumeta demkî ne tene YPJ'ê qebûl nake, ew bi tu awayî hebûna jinan qebûl nake. Em jî bi israr dixwazin ku hebûn û nasnameya me di destura nû ya Sûriyeyê de bê qebulkirin."
 
Di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de nîqaşên entegrasyonê berdewam dikin. Di nava entegrasyonê de jî xala herî gîrîng ku hîn jî ne hatiye zelalkirin Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ye. Hikûmeta demkî YPJ'ê qebûl nake ku di nava artêşa Sûriyeyê de cîh bigre. Nerazîbûnên jinan li hemberî wê biryarê hene. Li hemberî wê biryarê  Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava di 26'ê Nîsanê de kampanyayek bi dirûşma " Em Hemû YPJ'ne, YPJ hebûna me ye" da dadestpêkirin.
 
Di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê de Endama Koordînasyona Kongra Star Gûlîstan Gulo ji ajansa me re axivî.
 
'Di nava nîqaşên entegrasyonê de hebûna YPJ'ê nayê qebûl kirin'
 
Gûlîstan Gulo di destpêka axaftina xwe de ji bo armanca kampanyaya piştgiriya YPJ'ê  got: " Me di 26'ê nîsanê de kampanyayek piştgiriyê ji bo YPJ'ê da destpêkirin. Armanca me ji kampanyayê hebûna YPJ'ê di nava artêşa Sûrî de bê qebûl kirin e. Bi taybetî mafê jinan di nava hêzên parastinê de bê erkêkirin. Kampanya helwesta hemû jinan e ku dibêjin divê nasname û hebûna YPJ'ê di artêşa Sûriyeyê de bê qebûlkirin. Li Rojavayê Kurdîstanê em ketin pêvajoyek nû.  Ew pêvajoya entegrasyonê ye. Di nava nîqaşên entegrasyonê de hebûna YPJ'ê di nava artêşê de nayê qebûlkirin. Hikumeta Sûriyeyê dibêje ji ber ku di nava artêşa Sûriyeyê de jin di artêşê de nikare cihê xwe bigre, em YPJ'ê jî qebûl nakin. Me xwest wekî sazî û rêxistinên jinan ji bo YPJ'ê kampanyayek dest pê bikin. ji bo ku em têkoşîna YPJ'ê hebûn û nasnameya YPJ'ê biparêzin û denge xwe bigihînin hemû jinên cîhanê me ev kampanya da destpêkirin. YPJ nasnameya me hemû jinan ne, nûnetiya me hemû jinan dike."
 
'YPJ'ê di şerê li hemberî DAÎŞ'ê de mirovahî parast'
 
Gûlîstan Gulo diyar kir ku YPJ'ê li hemberî DAÎŞ'ê şer kir û hemû mirovahî parast û got: " YPJ di şerê DAÎŞ'ê de têkoşîneke pir mezin da meşandin. Ji destpêka şoreşê heta niha jî YPJ'ê di nava hemû şeran de parastina hemû jinên herêmê kir. Ji Serêkaniyê heta Reqa YPJ'ê ji bo rizgarkirina jinan têkoşîn da. YPJ'ê di nava wî şerî de gelek şehîd dan û gaziyên wê hene. Bi hezaran jin bûn pêşengê wê şoreşê. Şervanên YPJ'ê navê xwe li dîrokê nivîsandin. Fermandarên wekî Arîn Mîrkan, Avesta û heta dawî Denîz bûn pêşengê jinan û civakê. YPJ'ê jin ji komkujî, tundî û ji bo bibin xwedî nasname parast. Niha jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê YPJ'ê qebûl nake. Ji ber wê jî bi wê kampanyayê  re me xwest denge xwe bigihînin ji hemû hêzên navneteweyî re û bibêjin ku YPJ hêza hemû jinan e. YPJ  di nava wî şerî de her tim pêşeng bû. Bi hezaran jinên Şengalî ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Di heman demê de YPJ'ê jinên Ereb, Durzî û Elewî jî parastin. "
 
'Hikumeta demkî hebûna jinan qebûl nake'
 
Gûlîstan Gulo, diyar kir ku hikumeta demkî nasnameya jinan bi tevahî qebûl nake û ew yek anî ziman: " Niha em di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê jinan nîqaş dikin. Hikumeta demkî ne tene YPJ'ê qebûl nake bi tu awayî hebûna jin qebûl nake. Niha li Rojavayê Kurdîstanê hemû sazî û dezgehên ku hatin avakirin bi pêşengtiya jinan hatin avakirin. Di hemû qadên jiyanê de jinan roleke mezin lîst. Em qebûl nakin ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê îradeya jinan qebûl neke. Em bi israri n ku hebûn û nasnameya me di destura nû ya Sûriyeyê de bê qebulkirin. Em mafê jinan di hemû qadên jiyanê de  dixwazin. Niha hikumeta demkî zimanê me jî qebûl nake, tiştên ku hikumeta Sûriyeyê qebûl neke em ê li hemberî wan her li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. Destkeftiyên şoreşa me hebûn, em ê nasnameya xwe biparêzin û daxwaza mafê xwe bidomînin."
 
'Hêzên navneteweyî divê zextê li hikumeta demkî bikin'
 
Gûlîstan Gulo bang li hêzên navneteweyî jî kir ku piştgiriya parastina mafê jinan bikin û ew yek got: " YPJ'ê di şerê DAÎŞ'ê de tekoşînek mezin da meşandin û parastina hemû jinan kir. Banga me ji hêzên navneteweyî û rêxistinên jinan re ye ku tekoşîna YPJ'ê ku bi salan daye meşandin ji nedîtî ve neyên. Divê zexteke mezin li hikumeta demkî ya Sûriyeyê bê kirin ku nasname û hebûna YPJ'ê bê parastin. YPJ ji bo parastina mirovahiyê li hemberî DAÎŞ'ê şer kir. Hêzên navneteweyî ne tenê ji bo YPJ'ê ji bo mafê jinan divê zextê li hikumeta Sûriyeyê bikin. Divê di destura nû de mafê jinan bê parastin û di hemû qada jiyanê de nasnameya wan bê qebûlkirin."
 
'Divê sazî û rêxistinên jinan tevli kampanyayê bibin'
 
Gûlîstan Gulo anî ziman ku divê hemû sazî û rêxistinên jinan di nav vê kampanyayê de cih bigirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: " Gelek jin û hiquqnasan piştgirî dan kampanyaya me. Gelek name jî ji bo YPJ'ê hatin. Jinên Şengalê jî tevli kampanyayê bûn. Em tevahî jin deyndarê YPJ'ê ne ku parastina me hemû jinan kir. Banga me ji sazî û rêxistinên jinan re ye tevli kampanyaya parastina hebûna YPJ'ê bibin ku em di destura nû de nasnameya jinan biparêzin."