Dayikên Aştiyê: Pêvajo yekalî dimeşe
- 09:03 8 Gulan 2026
- Rojane
AMED – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê statuya Abdullah Ocalan were naskirin û dewlet tavilê tedbîran bigire û destnîşan kirin ku rewşa heyî rewşa bêçalaktiyê kûrtir dike.
Li Herêmên Parastina Medyayê, derbarê salvegera yekem a 12’emîn Kongreya PKK’ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hat û qonaxa herî dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji aliyê Rêveberiya Tevgera Apoyiyan ve civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate gotin ku her çend tevgerê di sala borî de gelek gav avêtine û bi zelalî îradeya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan daye jî, hikûmetê gavên cidî neavêtiye û di vê pêvajoyê de pêşketinek berbiçav çênebûye. Di civînê de her wiha teqez li ser pêwîstiya diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin da ku pêvajo pêş bikeve.
Di heman demê de, Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya koma heftane ya li Parlamentoyê de, bal kişand ser pêwîstiya diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî zelal û diyarkirina bernameyek diyarkirî da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, girîngiya pêvajoyê destnîşan kirin û teqez kirin ku pêvajo bi awayekî yekalî berdewam dike û divê bi lez û bez gavên şênber werin avêtin.
‘Divê Serokê me di nav me de bûya’
Leyla Aslan: Baweriya me bi tirkan nemaye. Ji bo baweriya me hebe divê gav biavêtana. Divê deriyê girtîgehan vekira û Serokê me berdana. Dewleta tirk divê demildest êdî gavê biavêje. Heta ew gav neavêjin dê baweriya me bi wan neyê. Divê îro Serokê me di nav me de bûya. Lê belê hîn gavek jî neavêtine. Dema şaredariyên me yên ku qeyûm tayîn kirine dîsa bidin me wê demê dê baweriya me hebe. Em îro hîn jî li pişt bangewaziya Serokê xwe ne.
‘Kanî li ku derê ye aştî?’
Afîfe Kartal: Ev pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin baweriya me bi wî tê. Lê belê baweriya min bi dewleta tirk qet nayê. Bila deriyê girtîgehan vekin û hemû girtiyên siyasî berdin. Divê demildest azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Ew Serokê 80 mîlyon kurdan e. Bila Serokê me berdin da ku em zanibin aştî heye, pêvajoyek xweş heye. Heta ku deriyên girtîgehan venebin em ê nebêjin ku aştî heye. Ji bo pêvajoyê Serokê me ku bangawaziyek kir, em heta ku hebin em ê li pey gotina wî bin. Em wek Gelê Kurd dev ji rêya aştiyê bernadin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Em dixwazin ku şervanên azadiyê dayik û bavên xwe hembêz bikin. PKK’ê xwe fesh kir û çekên xwe şewitand. Bila wan jî gavek pêş de biavêtana. Dewleta tirk ji me çi dixwaze? Dewlet Bahçelî got ‘çareserî û çareserî’. Çima li pişt gotina xwe nasekinin? Her têlek porê me di vê têkoşînê de spî bû û me her carê gotin aştî. Dibêjin gelên kurd û tirk xwişk û bira ne. Ev yek jî nîşan dide ku em ne yek in ku aştî pêk nayê. Heta damleyek xwîna me hebe em ê daxwaza aştiyê bikin û li pişt şehîdên xwe bin. Bila aştiyê ava bikin da ku em bi hevre bikaribin bijîn. Çawa ku me gav pêşde avêt, bila ew jî pêş de biavêjin.
‘Serokatî mîmarê vê pêvajoyê ye’
Makbule Ozbek: Ser pêvajoya çareseriyê de salek derbas bû, lê belê hîn jî gavek neavêtine. Çima gav navêjin? Em wan ji Amedê heta Enqereyê şermezar dikin. Em ji vir silavên xwe ji Serokatî re dişînin. Serokatî çi ji me bixwaze em ê wê bikin û em ê tim li pey azadiya wî ya fîzîkî bin. Em hemû li benda vê pêvajoya çareseriyê ne da ku tiştên baş pêk bên. Em dibêjin çima gav navêjin. Em heta dawiyê azadiya Serokê xwe dixwazin. Ger ku Serokê me azad be dê hemû pirsgirêk jî çareser bibin. Serokatî mîmarê vê pêvajoyê ye. Ger ku Serok nebe ev pêvajo jî çareser nabe. Ger ku ev pêvajo negihîje encamê dê tofanek xirab bê serê Tirkiyeyê. Bila vê baş zanibin. Ger ku dixwazin Tirkiye ji vê tofanê xilas be divê Serok demildest berdin. Çareserî di destên Serokatî de ye.
‘Serokatî xeta me ya sor e’
Hanîfe Akpolat: Me dixapînin. Gotin bila xwe fesh bikin, wan xwe fesh kirin. Gotin çekên xwe bişewitînin, ew şewitandin. Niha jî dibêjin tevahî çekên xwe daynin. Ji kesên ku çekên xwe danîn re we çareseriyek kir ku hûn ê ji wan re jî bikin. Ev saleke pêvajo bi rê ve diçe, lê belê ev bi gotinên Serokatî re bi rê ve diçe. Dewlet gavekê jî navêje. Heta em sax bin, çawa ku Serokatî ji zarokên me re xeta sor e, zarokên me jî ji me re xeta sor in. Ger ku ev pêvajo negihîje encamê û şer derkeve dê ji vê ewilî tirk bi bandor bibe. Bila gelên tirk jî vê yekê baş zanibin. Ferqa kurd û tirkan tuneye. Ji ber ku em dixwazin bibin xwişk û birayên hevdû. Em naxwazin cuda bên girtin, em dixwazin bibin yek. Em tenê aştiyê dixwazin. Em zarok bûn me aştî xwest, niha jî zarok û neviyên me aştiyê dixwazin. Zarokên me îro di girtîgehan de tên girtin jî em dîsa aştiyê dixwazin. Em nizanin ku dawiya vê pêvajoyê çawa be. Ger ku gûh bidin gotinên Birêz Ocalan dê encam baş be. Ji bo gelên tirk, kurd, Rojhilata Navîn û Rojava re dê bibe tiştekî baş. Lê belê ger ev pêvajo baş bi encam nebe dê hemû kes jê bandor bibe.







