Du jinên ku berê ji Tirkiyeyê tevli DAÎŞ'ê bûn: Em poşman in
- 13:50 15 Cotmeh 2017
- Rojane
Ruhenda Amed
REQA - Di van rojên ku ji rizgarbûna Reqayê re rojên bi hejmar mane, di çarçoveya operasyona taybet ya ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve li Reqayê hat kirin de di nava bi hezaran kesên ku hatin rizgarkrin de 2 jinên ji Tirkiyeyê ku ev 3 meh in ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyane û nikaribûne ji bajêr derkevin Fatma U. û Sahra Î. jî hene. Jinên ku diyarkirin li ser banga DAÎŞ'ê ya "cîhadê" ji Tirkiyeyê tevli DÎŞ'ê bûne û piştî ku ruyê DAÎŞ'ê yê rastîn dîtine xwestine jê biqetin wiha gotin: " Ji ber ku em tevli DAÎŞ'ê bûne em gelek poşman in."
Operasyona Reqayê ya ku bi dirûşma "Operasyona Azadkirina Reqayê" hat destpêkirin û 130 roj li dû xwe hişt berdewam dike. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku di hawêra QSD'ê de ne welatiyên sivî ji bo xwe wekî mertalên zindî bi kar tînin. Şervanên QSD'ê jî bi operasyonên taybet ku li dar dixin welatiyên sivîl ji zilma çeteyan rizgar dikin û tînin li herêmên bi ewle bi cih dikin. Di çarçoveya operasyonên rizgarkirinê yên QSD'ê de di nava welatiyên sivîl ên li Reqayê de ku hatin du jinên ji Tirkiyeyê jî hene.
Li ser banga 'cîhadê' tevli çeteyan bûn
Jina bi navê Sahra Î. ya ji Tirkiyeê berî bi 3 salan li ser înternetê bi hin kesan re têkilî daniyê. Sahra Î û Fatma U. yên ku ji Tirkiyeyê di ser Dîlokê re derbasî Sûriyeyê bûne diyar kirin ku li ser banga "cîhadê" ya DAÎŞ'ê tevli çeteyên DAÎŞ'ê bûne. Lê jinên ku diyar kirin piştî ku ew hatine Sûriyeyê têgihîştine ku her tişt cuda ye jî dîsa 3 salan di nav çeteyê DAÎŞ'ê de mane.
'Em ji çeteyan qetiyan lê rêya derketin bi dest me neket'
Piştî ku tên Sûriyeyê bi çeteyan re li gelek herêman dimînin û herî dawî heta Reqayê tên. Lê Sahra û Fatma dibêjin "Em berî bi 3 mehan ji DAÎŞ'ê qetiya ne." Herdu jinên ku gotin wan berê jî xwestiye ku biqetin lê riya revê nedîtine wiha gotin: "Em berê jî carekê ji wan qetiyan lê destûr nedan. Ev sê meh in em bi temamî ji DAÎŞ'ê qetiyan e lê me riya revê nedît."
'DAÎŞ ne misliman e'
Fatma û Sahra yên ku bi operasyona rizgarkirina sivîlan re a ji aliyê QSD'ê ve hat lidarxisitn re hatin diyar kirin ku ew ji ber tevli DAÎŞ'ê bûne gelek poşman bûne û di berewamiya axafitna xwe de wiha gotin: "Em ji bo ku mislimantiyê bijîn hatin lê me dît ku ti elqeya van çeteyan bi mislimantiyê re tune ye. Lê me nema karibû xwe ji wan rizgar bikira. Herî dawî em bi operasyon ku ji aliyê QSD'ê ve ji bo rigarkirina sivîlan hat li darxistin re hatin rigarkirin. Em gelek poşmanin ji ber ku em tevli çeteyên DAÎŞ'ê bûne."







