'Dilîşan bi pênûsa xwe ji bo me bû pêşeng'

  • 15:11 15 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Saziyên Kobanê ji bo sersaxiyê çûn serdana konê şînê yê ji bo nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbîş hatiye vekirin û sersaxî ji malbata Dilîşan re xwestin.
 
Bi sedan welatiyên Kobanê, Saziyên Civaka Sivî, Saziya Malbata Şehîdan, Kongra Star, Saziyên Parastinê û xebatkarên çapemeniyê ji bo sersaxiyê çûn serdan konê şînê yê ku ji bo nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbîş hatibû vekirin û sersaxî ji malbata Dilîşan re xwestin. Serdan bi dirûşmên "Şehîd Namirin bi dawî bû"