Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin

  • 15:20 15 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 341'ê de dewam dike, di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça 221 roj e didome, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" jî roja 341 ê li dû xwe hişt. Koma xwest piştgiriyê bide Nuriye û Semîh hat kuçeya Konurê û xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bide. Lê wekî her roj polîsan dîsa êrîşî çalakgeran kir û 4 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.