KCD ji bo Ocalan banga lezgîn li gel û li CPT'ê kir

  • 15:32 15 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED – KCD’ê ji bo tendirustî û ewlehiya Abdullah Ocalan banga lezgîn li sazî û dezgên navneteweyî kir û wiha got: “Di nava  pêvajoya derbas bûyî de  divê CPT’ dest bi nêzîkatiyên xwe yên bi demê re hiştin ber de û demildest xwedî li erk û berpirsiyariya xwe derbikeve.” 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîtê de tê girtin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCD’ê de wiha hat gotin: “Ev 3 sale destûr nadin ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ligel hemû bangên gelê me û civaka navneteweyî, her ku diçe tecrîda girankirî didomînin. Di van rojên dawî de hinek îdîayên di tora civakî de belav bûn, mirovan dixin nava gumanê. Divê demildest bi gelê me û civaka navneteweyî bidin bawerkirin ku ev îdîa ne rast in. Daxuyaniyên Serdozgeriya Komerê ya Bursayê yên têkildarî îdîayan heta bêje seranser û di ser guhê xwe re avêtî ne.   
 
Bila Wezareta Dadê bikeve tevgerê 
 
Mijareke wiha  ji bo gelê me pir jiyanî ye û bi daxuyaniyên sivik wê nikaribin ser mijarê bigirin. Ji bo vê jî  bi rengekî pir lezgîn divê Wezareta Dadê bikeve tevgerê û hewl bide ku ji  gelê me re bibe bersiv. Ev jî bêyî ku bi dereng bê mayîn divê bi hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata wî re bê kirin. Her wiha ji bo ku bi lezgînî bikeve dewrê em bang li CPT'ê jî dikin. Divê CPT dev ji helwesta xwe ya berê ku li demê belav dike bigere, bi hişmendî û bihistyariya ku ev mesele ji bo Kurdan tê çi wateyê, her wiha ji bo peywir û berpirsyariya xwe, bi rengekî lezgîn divê tevbigere. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku bihistyar bin ji bo ku CPT û hikûmeta AKP’ê bikevin tevgerê.
 
Em hewceyî pê dîbinin ku careke din bibêjin, jiyan, tendirustî û azadiya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên mezopotamyayê mijarek girîng û jiyanî ye. Di serî de gelê me, em bang li hemû gelên Tirkiye û mezopotamyayê dikin ku ji bo Ocalan, bihistyar bin û bikevin nav tevgerê."