Serpil Kemalbay: Em jin hêvî û pêşeroja vê civakê ne
- 16:49 15 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyarkir ku ew ê berxwedana xwe ya siyasî bidomînin û ev tişt got: "Hêviya gelên li Tirkiyeyê, ciwanan û jinan berxwedana me ye. Berxwedana azadiyê ya jinên cîhanê û herêmê hêzê dide me. Em ê vê ala berxwedanê bigihînin heta nifşên nû .Em jin hêvî û pêşeroja vê civakê ne."
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, di Civîna Meclisa Jinê ya ku pêk hat de rojev nirxand. Serpîl a ku slvegera damezrandina HDP'ê pîroz kir, diyar kir ku HDP alternatîfa siyasta li Tiriyeyê xetimiye ye.
'Berxwedana demokratîk a gelan hêzê didee me'
Serpîl bal kişand ser îtîfaka AKP - MHP'ê û wiha berdewam kir: "Îtîfaka Bahçelî, dixwaze bi poîtîkayên mîlîtarîst li ser têkbirina kurdan a bi darêzorê ya bi çek hebûna xwe berdewam bike. Çavê xwe bera berxwedana azadiyê ya jinê daye. Li cihê ku Rojava di nav pergala demokratîk de cihê xwe digire, em dibînin ku tevgera azadiyê ya kurd pêşve diçe. Li herêmê peymana bi navê Syces Pîcot di ber çavan re tê derbaskirin û nexşeyên nû tên niqaşkirin. Lê li djî van hemû pêkutiyan berxwedana azadiyê ya jinan û berxwedana demokratîk a gelan hêviyê dide me. Li Rojava tevlibûna gelan a demokrasiyê; Xistina meriyetê ya pergaleke demokratîk, ekolojîk, ji bo pergaleke azadîxwaz a jinê gavên girîng hatin avêtin. Êrîşên demên dawîn ên ku Erdogan serkêşiyê ji wan re dike ji ber vê ne. Di xwazin di bin navê Îdlîbê de Efrînê dorpêç bikin."
'Em ê berxwedana xwe ya siyasî bidomînin'
Serpîl anî ziman ku di dema OHAL'ê de hikûmeta AKP'ê destkeftiyên jinan tehdît dike diyar kir ku di vê pêvajoyê de wekî meclisa jinan berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên wan. Serpîl wiha berdewam kir: " Serokê AKP'ê dema ku êrîşî HDP'ê dike herî zêde êrîşî jinan dike. Ji parlamenterên ku parlamenteriya wan hat xistin ji bilî yekê yên din hemû jin in... Lê em diîsa li ser karê xwe ne. Rêhevalên me bedelên giran dan. Lê me li gel hemû pêkûtiyan berxwedana xwe ya siyasî berdewam kir û em ê berdewam bikin."
'Em ê vê alê ji nivşê bê re ragihînin'
Serpîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Heta ku em di vê berxwedanê de bi ser bikevin em ê li ber xwe bidin. Hêviya gelê li Tirkiyeyê, jinan û cuwanan ev berxwedana me ye .Em ê vê alê ji nivşên bê re ragihînin .Em jin hêvî û pêşeroja vê civakê ne."







