ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 16 Cotmeh 2017
- Rojev
*Di Hezîrana 2016'an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir. Piştî demekê ji ber ku femandarê Şemis El-Şemal Feysel Ebû Leyla jiyana xwe ji dest da êdî pêngav bi navê wî hat dewamkirin û soza tolhildana wî hat dayîn. Piştî bi 73 rojan jî bajar û gundewarên Minbicê hatin rizgarkirin. Dema ku DAIŞ'ê jin weke kole ji xwe re bikar dianîn, jiyana hemû hemwelatiyan jî ketibû xeteriyê. Piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê êdî jinên Minbicê kêlî bi kêlî zincîrên koletiyê şikandin û ber bi azadiyê ve herikîn. BI DÎMEN
*Girtiyê siyasî Bawer Eye ku ev 5 sal e li girtîgeha Tîpa T ya Dînar a Afyonê girtiye, bi telefonê ji malbata xwe re ragîhand ku gardiyanan heta nivînên wan kêr kirine û mafê dermankirinê jî bi kelepçeyê asteng dikin. Dayika Bawer, Saadet Eyeyê jî got gardiyan wek polîsên tevgera taybet tevdigerin.
*Jina bi navê A. ya ev 21 sale ji aliyê hevjînê xwe G. B ve rastî îşkenceya sîstematîk tê, piştî doza berdanê vekir, her tim rastî tehdîda mirinê tê. A. ya ku lê hat ferzkirin bi G.B re li heman malê bijî, diyar kir ku biryara durxistina bo demekê ne çareseriye û got divê demildest pêşî li vê bigirin. A. ya ku bi mirinê tê tehdîdkirin û jiyana wê di xetereyê de ye, diyar kir ku di rewşa tedbîrek neyê girtin de ji her tiştê bê serê wê daraz berpirs e.
*Seroka Giştî ya Evîd-Senê Gulhan Benlî diyar ki ku pêşnûme qanûna ji bo ewlehiya civakî ya jinên kedkarên malê hatiye dayîn wê bê rojeva meclîsê, qanûnîbûna vê pêşnûmeyê şerta ’25 sal zewicandî mayî’ tîne û wiha pê de çû: “Ev ne diyare ceza ye an jî xelat e. Dema jin bixwaze hevjîn berde, nikare ji sîgorteyê sûdê bigire. Ev ferzkirinek e. Divê dewlet sîgorteyê çêbike.” BI DÎMEN
*Li Kurdistanê jinan ji zû de dest bi amadekariya zivistanê kirine û jina bi navê Saniye Bayram jî diyar kir ku amadekariyên zivistanê hem ekolojîk in û hem jî ekonomîk in. BI DÎMEN
*Ji HADÎG’ê ku ji bo zimanê Hemşînî xebatê dimeşîne, Elîf Altunkayayê got: “Kimanag ta hozain Hamşetsi gendike. Hun dibihîzin, jinên Hemşînê li vir in.” Elîfê diyar kir ku jin ji bo pirsên Tirkî jî bi Hemşînkî bersiv didin û wiha got: “Zimanê hemşînê tevî hemû zext û asîmîlasyonê didome. Piranî kesên li ser zimanê Hemşînê xebatê dimeşînin jî jin in.”







