Jina bindest bû lehenga riya heqîqetê!

  • 09:07 16 Cotmeh 2017
  • Rojane

EYN ÎSA - Leyla Stêrk şervaneke jin ya ereb a ku xwedî li hêz û vina xwe derdikeve.

Di Hezîrana 2016'an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir. Piştî demekê ji ber ku femandarê Şemis El-Şemal Feysel Ebû Leyla jiyana xwe ji dest da êdî pêngav bi navê wî hat dewamkirin û soza tolhildana wî hat dayîn. Piştî bi  73 rojan jî bajar û gundewarên Minbicê hatin rizgarkirin. Dema ku  DAIŞ'ê jin weke kole ji xwe re bikar dianîn, jiyana hemû hemwelatiyan jî ketibû xeteriyê. Piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê êdî jinên Minbicê kêlî bi kêlî zincîrên koletiyê şikandin û ber bi azadiyê ve herikîn. 
 
Yek ji keçên ku hatin rizgarkirin û zincîrên koletiyê qetandin û  gotin "mafê me yê jiyanê heye û em ê tola xwe ji DAÎŞ'ê hilînin" jî  leyla Stêrk e. Leyla çîroka xwe ya tevlîbûnê, kevneşopiyên civakî û bangewaziya xwe bi Ajansa Nûçeyan JINNEWS'ê re da parvekirin. Leyla wiha got:  "Li hember hemû zilm û zordariyê me serî hilda."
 
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de zilma li ser jinê bi bîr xist û wiha got:"Ez ji Minbicê me, civaka Minbicê jî ne kêmî civakên din e. kolekirina jin ê û binpêkirina mafên wê gelek li pêş e. Mêrê ku serdest e gelek zilmê li jinê dik. Di nava civa baviksalar de tu mafê jinê tune ye. Civaka baviksalar, jinê  weke amûr dibîne di hemû waran de. Mînak wekî amûra zarokanînê û xizetkara zilam dibîne."
 
'Hêza jinê girîng e'
 
Leyalayê bal kişand ser hêza jinê ya ku bi kêrî hemû tiştî tê û wiha got: " Hêzê jinê ya ku bi her awayî têkoşînê bide heye lê civaka baviksalar li hemberî wê asteng e. Ez jî yek ji jinên ku civaka baviksalar li hemberî pêşketina wê dibû asteng im. Êdî  di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de zilm û zordarî zêdetir dibû. Her  ku ez li  kolanekê dimeşiyam min didît ku çeteyên DAÎŞ'ê serê mirovan  jê dikirin û li kolanan li ber çavên gel datanîn."
 
Leyla bal kişand ser rewşa perwerdê ya di dema DAÎŞ'ê de jî û wiha got: " Tirsek û xofeke mezin di dilê zarokan û mezinan de dabûn çêkirin. Her bajareke ku DAIŞ di hundirê wê de bû, ronahî vediguherî tarîtiyê. Vê helwesta çeteyan bandor li ser perwerdeyê jî dikir û çeteyan nedihiştin ku zarok biçin dibistanan." 
 
Azadiya jinê di nav YPJ'ê de dît
 
Leylayê ji bo ku xwe ji vê rewşa kambax rizgar bike ji bo xwe çareyek dît  û tevli nav refên YPJ'ê bû. Leyla ya ku niha di nav rêfên YPJ'ê de têkoşîna azadiyê dide wiha got: " Her jineke bi fikir û îradeya xwe dikare xwe di nav refên YPJ'ê de îsbat bike. Ji aliyekî de jî dikare hemû kevneşopyên civakê ku di kesayeta jinê de tên jiyîn bide guhertin."  
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ereb kir ku ew jî xwe azad bikin û zincîrên koletiyê bişkînin û êdî bi rengekekî azad bijîn. Leylayê herî dawî wiha got: " Hêza jinê heye ku êdî xwedî li hêza xwe derbikeve û bikaribe jinên din rizgar bike û biparêze."