A. ya xwest hevjînê xwe berde li malê hat hepiskirin : Ez bi mirinê têm tehdîdkirin

  • 09:15 16 Cotmeh 2017
  • Rojane

AMED - Jina bi navê A. ya ev 21 sal in ji aliyê hevjînê xwe G. B ve rastî îşkenceya sîstematîk tê, piştî doza berdanê vekir, her tim rastî tehdîda mirinê tê. A. ya ku lê hat ferzkirin bi G.B re li heman malê bijî, diyar kir ku biryara dûrxistina ji bo demekê ne çareserî ye û got divê demildest pêşî li vê bigirin.  A. ya ku bi mirinê tê tehdîdkirin û jiyana wê di xetereyê de ye, diyar kir ku di rewşa tedbîrek neyê girtin de ji her tiştê bê serê wê daraz berpirs e.

Li Amedê jina bi navê A. bi G. B re 21 sal in zewicandiye û her tim rastî îşkence û şîdetê hatiye. A. 5 meh berê doza berdanê vekir. Lê li gel vê yekê lê tê ferzkirin ku di heman malê de bijî.  A. bi lêv kir ku parêzerê ji aliyê baroyê ve ji bo wê hatiye tayînkirin piştgiriyê nade wê û her tim rastî tehdîda mirinê ya G.B tê.
 
‘Em xwe dikin odeyê’
 
A. bi lêv kir ku ew her tim rastî şîdet û îşkenceyê tên û wiha pê de çû: “Her şev alkolê digire û tê malê. Ez ditirsim ku bi wê rewşa xwe zirarê bide me. Em xwe dikin odeyê û mifte dikin. Dema ew li malê be em nikarin derkevin ku qedehek av vexwin. Bandorek mezin li ser zarokên min dike. Dibêjin êdî em nikarin bi vî awayî bijîn.”
 
Bedena wê hemû birîn e
 
A. di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ez li malê hemû kêr û tiştên birînê vedişêrim. Ez bi şev derê odeyê mifte dikim. Ji ber ku min doza berdanê vekiriye hîna rastî şîdetê têm.Min doza berdanê vekir, wî li kolanê li min xist.Ez nikarim tiştên dijîm ji malbata xwe re bêjim, zirarê dide wan jî. Ez di temenê biçûk de hatim zewicandim.  21 sal in zilmê li min dike. Me tu carî jiyanek hevpar parve nekir. Dixebitî lê pereyê xwe dida qumar û alqolê. Ez jî xebitîm û min li zarokên xwe mêze kir. Ev her tim wisa bû. G. B ez û zarokên min her tim ji civakê dûr xist.” 
 
A. diyar kir ku G.B hewl dide xwe li dadgehê jî paqij derbixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêje dadgeh bi encam bibe jî ew ê bêje ‘Bi kesekî din re min dixapîne’. Min tehdîd dike û malbata min diçewisîne. Malbata min jî dibêje te ewqas berxwe daye hinek din berxwe bide.  5 meh berê min doz vekiriye lê hîna bi encam nebûye. Baroyê parêzerek da min lê di alî hiqûqî de alîkariyê nade û dosyayê naşopîne. Dadgehê ji bo demek kurt biryara durxistinê da. Tiştek bê serê min berpirs daraz e.”