QSD'ê Malbata Nîroz Îsa rizgar kir

  • 10:46 16 Cotmeh 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
REQA - Nîroz Îsa tevlî xwîşk û birayên xwe bi destên QSD'ê hatin rizgarkirin. Pêngava rizgarkirina Reqayê îro dikeve roja xwe ya 136'an. Pêngav bi hemû dijwariya xwe didome. DAÎŞ, rojên xwe yên dawiyê dijî û vîna wê şikestiye. Ji aliyekî din ve jî bi hezaran sivîl ji destên çeteyan tên rizgarkirin. Gelek sivîlên ku birîndar in jî jiyana xwe ji dest didin. Îro jî hêzên QSD'ê malbata  Nîroz Îsa rizgar kir.
 
Nîroz, bi eslê xwe ji gundê Kobanê ye. Malbata Nîroz ji ber rewşa aborî derbasî bajarê Reqqayê  bûne. Nîroz, dayik û xwîşkên xwe jiyana xwe li Reqayê dewam dikirin. Lê bi derbasbûna DAIŞ'ê re rojê pir bi êş û elem derbas kirin. Dayîka Nîroz, xwîşk û 2 birayên wê ji ber gulebarana balafiran jiyana xwe ji dest dan. Niha Nîroz, xwîşkek û birayekî xwe mane.  
 
Nîroz, çîroka xwe wiha vedibêje: "Ji bo me her rojek  wekî salan dihat, ez, hevserê xwe, xwişk û birayên xwe li Reqqayê bûn. DAÎŞ'ê ji me re digotin: 'Ji vir biçin em ê van mal û deran mayîn bikin.' Ji wir  em çûn taxa Mişlibê lê me ji wir jî derxistin. Piştre me berê xwe da taxa Seyîf el-Dewlê lê em li wir jî rastî DAÎŞ'ê hatin. Herî dawî li taxa Bedûyê hêzên QSD'ê em rizgar kirin."
 
Derketina derve û axaftina bi Kurdî qedexe bû!
 
Nîroz wiha dewam dike: "Beriya salekê çeteyên DAIŞ'ê  dema ku ketin taxek wekî "şirtayê"  taxeke leşkerî bû. Serê sibehê balafiran ew der topbaran kirin dayîka min û 3 xwîşk û 2 birayên min jiyana xwe ji dest dan. Ez û xwîşka xwe û birayê xwe tenê man. Em qet nedikaribûn bi Kurdî biaxiviyan. Derketandina derve qedexe bû. Her der mayîn kiribûn. Ji ber ku ez li derve mabûn DAÎŞ'ê ji min re got, 'biçe hundir tu li hêviya kê ye? Tu li hêviya xenzîra ye.'
 
Nîroz di dewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Ji ber ku kesî min nemabû beriya 5'rojan ez bi yekî ereb re zewicîm. Niha jî hevserê min û dayîka xwe ew jî hatin rizgarkirin, me qet bawer nedikir ku rojekê em ê rizgar bibin."
 
Nîroz a ku li Tebqayê dijî nameyek ji bavê xwe re şand. Di nameyê de hestên xwe wiha anîbû ziman : "Bila dengê min biçe bavê min, dayik, xwişk û birayê min. Hemûyan jiyana xwe ji dest dan ez tenê mam. Min dixwest ku îro ew jî bi me re bin û em kêfxweşiya xwe parve bikin, bigirîn, bikenin û keseran bikişînin."
 
Nîroz ew kincên reş ji ser xwe avêt û wiha got: "Êdî ez van kincên reş ji ser xwe diavêjim. Êdî naxwazim di tarîtiyê de bijîm. Ez niha ji taritiyê rizgar bûm, ronahiya jiyanê dibîmîn."
 
Di dawiyê de ji ber hêzên QSD'ê Nîroz, xwişk û birayên wê xilas kir, spasiya hêzên QSD'ê kir û wiha got: "Hêjayî gotinê ye ku pêngava fermandar Ednan Ebû Emced dewam dike û Reqa li benda mizginîya rizgarkirinê ye."