Li hinek herêmên Colemêrgê qedexe hat îlankirin
- 10:58 16 Cotmeh 2017
- Rojane
COLEMÊRG - Li hinek herêmên Şemzînanê qedexeya derketandina derve hat îlankirin.
Walîtiya Colemergê di daxuyaniyê de wiha got: "Li navçeya Şemzînanê li sînorên herêmên Çatalca, Guvenlîk, Erdemlî, Soguksuyê de (xeynî xwendekarên ku diçin dibistanê û servîsê) ji seat 05.00'ê 16'ê Cotmeha 2017'an heta seat 05.00'ê 17'ê Cotmeha 2017'an, 24 seatan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li navçeya Şemzînanê di sînorên herêmên Çatalca, Guvenlîk, Erdemlî, Soguksuyê de (xeynî xwendekarên ku diçin dibistanê û servîsê) ketin û derketina herêmê jî hatiye qedexekirin.







