Li Kerkûkê gel piştgirî da HPG û YJA Starê
- 11:01 16 Cotmeh 2017
- Rojane
KERKÛK - Nakokiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Kurdistande piştî referandûma serxwebûnê a li Kurdistanê derketin holê li Kerkûkê veguherîn şer. Di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Gel piştgirî da çeperên parastinê yên ku ji aliyê HPG û YJA Starê ve hatin avakirin.
Nakokiyên di navbera artêşa iraqê û pêşmergeyan de ku piştî referandûma xweseriyê derketin holê set di 02.30 han de veguherîn şerê çekdarî. Hêzên Heşdî Şabî li bajaroka Tazexurmatu ya Kerkûkê êrîşî hêzên pêşmerge kirin û peşmergeyan jî demildest bersîv da wan.
Tabûra Peşmergeyan a 101'ê bi tang û topan dest bi bombekirina çeperên hêzên Heşdî Şabî kirin. Yekîneyên taybet ên Peşmergeyan jî gihîştin Kerkûkê.
Her wiha hat aşkerakirin ku ji navçeya Duzxurmatu ya girêdayî eyaleta Selahaddînê jî dengê çekan tê. Hêzên Heşdî Şabî li wê derê jî buroya YNK, PDK û ya Partiya Komunîsta a Kurdistanê gulebaran dike. Ji ber ku hêzên pêşmerge jî bersivê didin cih bi cih pevçûn rûdidin.
Ji fermandarê pêşmergeyan Salar Teymur daxuyakirin ku li nêzî bajaroka Tazexurmatû ya Kerkûkê çeperên Heşadî Şabî û yên artêşa Iraqê gulebaran kirine. Salar Teymur diyar kir ku ji ber hêzên Iraqê bi çekên giran êrîşî wan kirine pêşmergeyan jî bersiv daye û pevçûn berdewam dike. Her wiha hat aşkerakirin ku peşmergeyan pêşveçûna hêzên Iraqê rawestandiye.
HPG û YJA Starê çeperên parastinê ava kirin
Li Kerkûkê, gel û şervanên HPG YJA Starê li dijî êrîşên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ketin çeperan. Gelek pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandin, tevî HPG YJA Starê ketin çeperan. Hin pêşmergêyên xwestin bi wesayitên xwe bajêr biterikînin, gel pêşiya wan girt û wesayîtên wan şewitandin. Gelê Kerkûkê pêşî li pêşmergeyên xwestin ji bajêr derbikevin girtin û dirûşmeya "Hûn nikarin ji vir derkevin" berz kirin. Gelek pêşmergeyên Kerkûk neterikandin jî, tevî gel û gerîla cihê xwe çeperan de girtin.
Beriya ku pevçûn bên destpêkirin ji aliya deraberê Kerkûkê de li pey hev daxuyanî dan.







