Mêrê ku Hanîfe û Esrayê qetilkiribû hat girtin

  • 13:14 16 Cotmeh 2017
  • Rojane
ANTALYA - Li Muratpaşayê mêrê bi navê Sertok Ozen ku hevjîna xwe Hanîfe Ozen û keça xwe Esra Ozen qetilkiribû hat girtin.
 
Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê du roj berê mêrê bi navê Sertok Ozen (54), hevjîna xwe Hanîfe Ozen (47) û keça xwe Esra Ozenê (23) qetil kiribû. Piştî bûyerê Sertok reviyabû, cenazeyê Hanîfe û Esra jî rakirin Saziya Tipa  Edlî ya Zanîngeha Akdenîzê. Sertok duh dema êvarê li daristanê li hûndirê maşîneyê de xwe weşartîbû hat girtin.
 
Sertok, piştî li miduriyetê îfadeya wî hat girtin sevkê dadgehê hat kirin.