Parêzer û malbata Abdullah Ocalan daxwaz kirin ku demildest hevdîtinê pêk bînin
- 13:27 16 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Li ser îdiayên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derketin parêzer û malbata Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û got: “Em daxwaz dikin ku bi lez û bez hevdîtin pêk were.”
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Ebru Gunay, Faîk Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Li ser îdiayên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derketin ji ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan guman zêde dibin. Parêzer û malbata Abdullah Ocalan wiha got: “Divê teqez em ji geşedanên dawî agahdar bibin. Em daxwaz dikin ku bi lez û bez hevdîtin pêk were.”







