Meclîsa Jinan a Tebqayê semînera ‘Netewa Demokratîk’ li dar xist

  • 13:59 16 Cotmeh 2017
  • Rojane
TEBQA – Mijara  ‘Jin, malbat û civaka çînî ’ di semînera ‘Netewa Demokratîk’ ya ku Meclîsa Jinê ya Tebqayê  li darxist, hat nirxandin.
 
Meclîsa Jinê ya Tebqayê semînera ‘Netewa Demokratîk’ li dar xist. Di semînerê de mijarên ‘Jin, malbat, zayendiya civakî û civaka çînî’ hat nirxandin. Semîner bi pêşengiya Kongreya Star û bi beşdarbûna bi dehan jinan pêk hat. Endama Rêveberiya Kongreya Star Nejbîr di semînerê de axivî û nirxandin derbarê rol û mîsyona malbatên desthilatdar yên di nava civaka kevnar kir û got:”Ji ber ramanên ne rast desthilatdariya mêr tê parastin.”
 
Piştî semînerê beşdarvanan jî ramanên xwe anîn ziman. Di nirxandinê de giringîya avakirina civakeke li ser bingehek hevpar, derket pêş .