Jinan ji bo Abdullah Ocalan banga çalakiya bênavber kirin
- 17:03 16 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnertiya Tevgera Jinê ya Kurd a Navneteweyî û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd bal kişand ser gumanbariya derbarê jiyana Rêveberê PKK’ê Abdullah Ocalan û banga çalakiya bênavber kirin.
Nûnertiya Tevgera Jinê ya Kurd û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de daxwiyaniya nivîskî da. Di daxwiyaniyê de tecrîta li ser Abdullah Ocalan a ku 19 sal in berdewam dike hat bibîrxistin û derbarê nûçeyên ku serdema dawîn de diket rojevê wiha hat gotin:
“Ev çend roj in ku li ser medyaya civakî ya Tirkan derbarê Abdullah Ocalan de nûçeyên ku wekî jiyana xwe ji dest dabe belav bûne. Ji ber daxwiyaniyên Dozgeriya Bûrsayê yên ne ewle, di dilê Tevgera Jinan, gelê kurd, dostên gelê kurd û derdorên demokratîk de gumanên taybet derketiye holê. Li ser bingeha vê bangê em daxwaz dikin ku heta derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de agahiyek ewle bigihêje malbat û parêzerên wî bila hemû kes beşdarî çalakiya bênavber bibin.”







