Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hat kirin
- 18:15 16 Cotmeh 2017
- Rojane
AMÛDÊ – Bi hezaran welatiyên Cizîrê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşê şermezar kirin û daxwaza eşkerekirina rewşa Abdullah Ocalan a tenduristiya wî kirin.
Di çarçoveya çalakiyên ji bo banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo kom bûn û bi welatiyên Amûdê re meş li dar xistin. Di meşa ku hat lidarxistin de banga azadiya Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û tecrîda dewleta tirk a li ser wî bi tundî hat şermezarkirin.
Meşvanan posterên Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa Rojava û pankartên bi nivîsên weke “Bi soz em ê sîstema Îmraliyê ya faşist hilweşînin”, “Em ê azadiyê bi Serok Apo bijîn”, “Bimire hêzên komploger”, “Bijî Serok Apo”, “Bi yek dengî jiyan bêyî têkoşer û serok Abdullah Ocalan tune ye.” hilgirtin. Di meşa ku hat lidarxisitn de şervanên YPG’ê û YPJ’ê û şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên saziyên sivîl ên giştî herêma Cizîrê beşdar bûn.
Çalakiya meşê a ku hat lidarixistin de Hevseroka berê ya PYD'ê Asya Abdullah axivî û wiha got: " Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di wijdanê her mirovekî azad de hatiye çespandin. Gelê kurd niha di asta herî jor a berxwedanê de ye û dengê xwe li dijî hemû dijminên gelê kurd û azadiyê bilind dike, ev jî bi saya hêzên berxwedêr li qadên şer e ku canê xwe fedayî azadî û demokrasiyê kirine û ji fikr û bîrdoziya feylesof Ocalan hêza xwe werdigirin.”
Meş bi durişmên banga azadiya Ocalan û cezakirina dewleta faşist a tirk û daxwaza eşkerekirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.







