ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 17 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Jinên Navçeya Şêrawa  ya Kantona Efrînê, dest bi komkirina hinaran kirin. BI DÎMEN

*Piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’î bûn şûnde hikûmetê saziyên jinan girtin. Qeyûmê tayînê şaredariya Sêrtê bû navê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê gûhert û bi Midûriyeta Çandê ya ku midûrê wê mêr e, girê da.
 
*Îdianameya ji bo Beyaz Kaya û Dîlan Çîçekê k udi 14’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna der barê EDEV’ê de hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin û berdan, hatibû amadekirin temam bû. Dozgeriya di îdianameyê de delîl nedît, nîşeyên hevdîtinê yên parêzeran bi Abdullah Ocalan re kiriye, girt dest û  gotinên di mijara perwerda zimanê dayikê de wek ‘delîl’ xistin îdianameyê. Dozgeriyê îdia kir ku EDEV bi perwerda Kurdî ‘hewl tê dayîn hebûn û otorîteya dewletê’ bê xerakirin.
 
*Li gundê Ulamiş a Îzmîrê nanê ‘karakilçik’ ji detê jinan derdikeve û li ser tezgahan cihê xwe digire.  Li gundê Ulamişê hemû jin dixebitin û wiha dibêjin: “Li vir jin ji mêran pirtir dixebitin.” BI DÎMEN
 
*Ji Însiyatîfa Muslimanên Li Dijî Şîdeta Jinê Zehra Yukselê pêşnûme qanûna ku rayeya birîna mehrê dide meleyan nirxand û diyar kir ku dewlet paradîgmaya nû ava dike û vê jî li ser jinan pêk tîne. Zehrayê diyar ku ev li dijî vê rewşê ne.
 
*Piştî Kurdistana ku zext û zilm bi awayekî dijwar lê tê jiyîn, Enqere tê. Li Qada Kizilayê li gelek nokteyan polîsên tevgera taybet hatine bicih kirin û nokteyên polîsan hatine avakirin.  Cihê ku herî zêde lê tê xuyakirinê jî Cadeya Yukselê ye. 
 
*Hilweşîna li Sûrê berdewam dike û niha Fîskaya jî bi hilweşînê re rû bi rû ye.  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalpê diyar kir ku dixwazin xeta nasnamebûnê ya Amedê tine bikin û wih agot: “ Rastiya gelê Kurd ya berxwedêr heye. AKP ya vê dibîne dixwaze wir veguhere qada rant û bazirganiyê. Her wiha dixwaze dîroka wê tine bike.” BI DÎMEN