Nîşeyên Abdullah Ocalan delîl hatin hesibandin

  • 09:16 17 Cotmeh 2017
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Îdianameya ji bo Beyaz Kaya û Dîlan Çîçekê k udi 14’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna der barê EDEV’ê de hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin û berdan, hatibû amadekirin temam bû. Dozgeriya di îdianameyê de delîl nedît, nîşeyên hevdîtinê yên parêzeran bi Abdullah Ocalan re kiriye, girt dest û  gotinên di mijara perwerda zimanê dayikê de wek ‘delîl’ xistin îdianameyê. Dozgeriyê îdia kir ku EDEV bi perwerda Kurdî ‘hewl tê dayîn hebûn û otorîteya dewletê’ bê xerakirin.
 
Di 14’ê Tîrmehê de li hemberî Malên Piştgiriya Perwerdê ya Şaredariya Kayapinara Amedê serdegirtina malan pêk hat û Beyaz Kaya û Dîlan Çîçek hatibûn binçavkirin û berdan. Îdianameya derbarê wan de hat temamkirin.
 
Dozgeriyê ji bo Beyaz Kaya û Dîlan Çîçekê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ cuda cuda ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest.  Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê amade kiriye de ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozgeriyê îdia kir ku EDEV ‘di nav saziyên ku girêdayê PKK’ê de ne hatiye avakirin’ û got ji ber di nav faliyetên di vî alî de cih girtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
Di îdianameyê de her wiha cih dan nîşeyên hevdîtina parêzeran a di navbera 10-19-29’ê îlona 2010’an bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re.  Nîşeyên li ser perwerda ziman wek sûc hatin dîtin.
 
Her wiha 15 hevdîtinên telefonê yên Beyaz Kayayê yên bi mamoste û xwendekarên EDEV’ê re kirine jî xistin îdianameyê.