Di OHAL’ê de Enqere: Li Yukselê yên zirxî, qerekolên ‘peyarê’ û tevgerên taybet
- 09:26 17 Cotmeh 2017
- Rojane
Duygu Erol
ENQERE - Piştî Kurdistana ku zext û zilm bi awayekî dijwar lê tê jiyîn, Enqere tê. Li Qada Kizilayê li gelek nokteyan polîsên tevgera taybet hatine bicih kirin û nokteyên polîsan hatine avakirin. Cihê ku herî zêde lê tê xuyakirinê jî Cadeya Yukselê ye.
Piştî Cadeya Yukselê veguhertin nokteya polîsan şûnde bi îdiaya ‘ewlehiyê’ polîsên tevgera taybet û wesayîtên zirxî li nokteyên diyarkirî yên Kizilayê hatin bicihkirin. Li gorî vê mafê mudaxalekirina bûyerên derdikevin holê dan polîsan.
Bi OHAl û KHK’yan welat bi giştî rastî pêkanînên dijhiqûqî tê û binpêkirina mafan, îşkence, pevçên dijwar hatin jiyîn. Bi taybet li Kurdistan, Enqere û Stenbolê ev bi awayekî zelal tê dîtin. Li Enqereyê lig elek nokteyan polîsên tevgera taybet hatine bicihkirin.
Piştî girtina Nuriye û Semîh, berxwedana Yukselê ji aliyê gelek kesî ve tê berdewam kirin û li cadeya Yukselê jî nokteya polîsan hat avakirin. Di van rojan de nokteyên polîsan jî bi bariyetan hatiye dorpêçkirin û kirine wek qerekol.
Piştî ku li Cadeya Yukselê nokteyên polîsan veguhertin qerekolê bi îdiaya ‘ewlehiyê’ polîsên tevgera taybet û wesayîtên zirxî li nokteyên diyarkirî yên Kizilayê disekinin û di çarçoveya peywira nokteyê de di bûyerên pêk bên de, mafê mudaxalekirinê dan polîsan.







