Dewletê Emîne neparast: Mêrê ku xwest xwe jê berde ew kuşt
- 12:19 17 Cotmeh 2017
- Rojane
BURSA - Li Osmangaziyê mêrê bi navê Umît Y. ku derbarê wî de biryara durxistinê hebû, jina bi navê Emîne ya ku xwest xwe jê berde qetil kir. Qetilkirina Emîneyê nîşaneya biryara dûrxistinê ya dewletê ku li ser kaxizê maye ye.
Li navçeya Osmangazî ya Bursayê ji ber ku jina bi navê Emîne ya ku ev du sal bûn ji mêrê bi navê Umît Y. cuda dijiya û her roj ji aliyê wî ve dihat tehdîtkirin derbarê wî de de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve biryara durxistinê hatibû girtin. Lê Umît Y. li gel vê biryara durxistinê, her roj derdiket riya Emîne ya ku dixwest jê biqete û ew tehdît dikir. Emîne herî dawî ji aliyê Umît ve hat qetilkirin.
Umît Y. yê ku derbarê wî de biryara girtinê hebû hat girtin û ew birin emniyetê.
Herwiha Qetilkirina Emîne ya ku her roj dihat tehdîtikirin, nîşan dide ku biryara dûrxistinê ya ji aliyê dewletê ve tê dayîn tenê li ser kaxizê derbas dar e.







