Li Almanyayê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî hat lîdarxistin

  • 12:27 17 Cotmeh 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Mannheîmê ya Almanyayê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclisa Jinan a Ronahî Berîvan çalakî hat lidarxistin.
 
Li bajarê Mannheîmê yê Almanyayê li ber HBF'ê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengya Navenda Civaka Kurd û Meclisa Jinan a Ronahî Berîvan de çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê almanî hat belavkirin û ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclisa Jinan ya Ronahî Bêrîvan daxuyanî hat dayin. Bi qasî 500 Kurdistanî û dostên wan tevlî daxuyaniyê bûn.