Gelê Kobanê êriş û tecrîd nirxandin!

  • 12:32 17 Cotmeh 2017
  • Rojane

KOBANÊ -  Welatîyên Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û tecrîta girankirî  ya  li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin.

Welatîyên Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şemezar kirin û gotin: " Êrîşên ku  li ser serokê me û axa me tê kirin em bê bersiv nahêlin. Bila gelê Efrînê bizanibe em li pişta wan in."
 
Rêveberiya rêxistina Sara Roziya Henîfa dibêje ev êrîşên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin û got: "Her ku bajarê Reqayê  ber bi rizgarîyê ve diçe, hukumeta AKP`ê êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde dike û dixwazin vîna Gelê Kurd, bişikînin. Rojavayê Kurdistanê her ku ber bi hilbijartinan ve diçe û serkeftinên nû bi dest dixe,dewleta Tirk tecrîda ser Rêbertî zêdetir dike."
 
Herî dawî Roziya got: "Em tu caran gava xwe paşve navêjin û em weke jinên Kobanê, hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rêbertî, Bakûr û Rojavayê Kurdîstanê şermezar dikin. Em berxwedana gelê me yê Efrînê pîroz dikin."
 
Keça ciwan Sîham Bozan axivî û got: "Em weke jin her dem di nava xwebatê de ne. Armanca dewleta Tirk, bê îradekirina gelê Kurd e. Lê ew ê tu car nikaribin bigihînin  hedefên xwe. Em ê weke gel bi ser bikevin û li hember dijminê xwe rawestin."