Li Girtîgeha Bakirkoyê li girtiyên jin lêgerîna tazî hat ferzkirin

  • 13:37 17 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa L’yê a Bakirkoyê bi zorê lêgerîna tazî li jinên ku nû hatine girtin, hatiye ferzkirin.  
 
Parêzerên endamê Platforma Hiqûqvanên Azadîxwaz, di encama hevdîtina bi girtiyan re, îhlalên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa L’yê a Bakirkoyê hatiye jiyandin parve kirin. Îhlalên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin ji aliyê parêzeran ve wiha hat rêzkirin:
 
 “Name pir dereng digihêje ber destên girtiyan. Hinek name nagihêje girtiyan. Jinên ku nû hatine girtin, di destpêkê de bi zorê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Girtiyan diyar kirin ku vê helwesta ku rûmetê dişikîne ew qebûl nakin. Hevdîtinên girtî û vekirî ku saetek û nîv e, daketiye saetekê. Girtî dema ku diçin nexweşxaneyê tedawiya bi kelepçe li wan tê ferz kirin. Dema ku girtî tedawiya bi kelepçe red dikin nayên tedawîkirin. Di dawiya vê mehê de bi talîmata wezîrtiyê du caran bi zorê li qoxûşan lêgerîn hat kirin. Bi taybet di du mehên dawî de di vî warî de zext zêde bû.