Her tecrîd giran bibe, ew ê berxwedan û tekoşîn bilindtir bibe

  • 14:44 17 Cotmeh 2017
  • Rojane
GIRKÊ LEGÊ - Endama Rêveberiya Kongira Star a herêma Cizîrê Rîhan Temo di derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan de nirxandin kir û got" Çiqas tecrîd girantir bibe, dê tekoşîn û îradeya me zêdetir bibê".
 
Ev 19'e sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan  di Zindana Îmraliyê de tenê dimîne û  ji sala 2011'an de  heta a niha nahêlên ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Derbarê vê mijarê de endama Rêveberiya Kongira Star a  Herêma Cizîrê Rîhan Temo nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku armanca dewletên dagirker ev e ku Rêber Apo û civakê ji hev qut bikin û wiha domand:”Ev heft sal in ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan dewam dike. Dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng in, ev nayê pejirandin û dixwazin civakê bikin kole. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bê deng dimînin.”
 
‘Yên ku azadiyê dixwazin xwe li  ser felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin’
 
Rîhanê wiha berdewam kir û got:” Rêber Apo di mejiyê her kesên ku azadiyê dixwaze de ye û  her kesên ku daxwaza azadiyê dike xwe li ser felsefeya wî bi rêxistin dikin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tevahî serkeftinên ku çêbûn li ser fikrê Rêber Apo û pirojeya wî ya pergala netewa Demoqeratîk  hat avakirin.”
 
‘AKP ji bo serkeftinên Bakurê Suriyeyê bê astengkirin hewl didin’
 
Rîhanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Dewleta Tirk ji bo pêşketinên li ser axa Rojava/ Bakurê Sûriyeyê diqewime bi ser ne kevin ew di ragihandinên xwe de dibêjin rewşa Serokatî ya tendrustiyê ne baş e, lê îradeya me ya ku me  ji Rêber Apo girtiye û me li ser felesefe ya azadiyê bi rêxistin kiriye roj bi roj hêzeke zêdetir dide me. AKP ji bo serkeftinên Bakurê Suriyeyê bê astengkirin hewl dide.
 
‘Rêber APO rengê nasnameya jinê li cîhanê belav kir’
 
Rîhanê bal kişand ser felsefeya Abdullah Ocalan a ji bo mafê jinan û wiha got:" Jinan bi fikrê Rêber Apo xwe nas kirin, xwe bi rêxistin kirin, mafê xwe xwestin, li dijî koletiyê derketin,  nasnameya jina azad bi felsefeya Rêber re derket holê.”
 
Rîhanê herî dawî wiha got" Em ê soza xwe her roj bi Rêber Apo re nû bikin, ji bo em bi awayekî azad bijîn. Em ê her dem  di nav çalakiyan de bin û komployê şermezar bikin, dê dengê jinên azad sîstema îmraliyê hilweşîne".