TJA: Em peymana îxanetê ya KDP-YNK û Iraqê lanet dikin
- 15:53 17 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED – TJA’yê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî de daxwuyaniya nivîskî da û got:”Em îxaneta KDP-YNK a ku ji Kerkukê dest pê kir lanet dikin.”
Tevgera Jinên Azad TJA’yê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî de daxwuyaniya nivîskî da. TJA’yê diyar kir ku êrîşa li dijî Kerkukê û nûçeyên derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan ne tesaduf in.
Daxwiyaniya TJA’ê bi vî awayî ye:
“Ev mijara ne mijareke ku bi daxwuyaniya dozgerekî bê hukum pişterast bibe ye. Siyaseta komkujiya ku li gelê Kurd tê ferzkirin, tecrîd jî lê hat zêdekirin. Li dijî vê yekê em bang dikin ku hemû gelê me tev bigerin. Di pêvajoya ku derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de nûçeyên nebaş tê parvekirin de tiştên ku li Başûrê Kurdistanê hat jiyandin diyar kir ku qomployek mezin di dewreyê de ye.
‘Em peymana KDP-YNK û Iraqê ya îxanetê şermezar dikin’
Em peymana KDP-YNK û Iraqê ya îxanetê ku ji Kerkukê dest pê kir şermezar dikin. Armanca vê plana ku bi Îran, Tirkiye û Îraqê re hat meşandin hewldana tasfiyekirina Rojava û Tevgera Azadiyê ye. Gelên me yên çar parçeyan dikare bi serîhildana xwe vê îxanetê vala derxe. Em hemû gelê xwe dawetî têkoşînê dike.







