Bi dehan rojnemevan li ser şopa Dilîşan in

  • 09:10 18 Cotmeh 2017
  • Rojane
Dilber Mihemed/Lîlav Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Endamên Radyoya Waş û Kanî derbarê êrîşên li ser rojnamevan Dilîşan Îbiş û rola wê ya di çapemeniyê de nirxandin kir.
 
Dilîşan Îbiş di 26?ê Îlona 1993' an de li bajarê Kobanê ji dayik bû, Dilîşan di sala 2013?an de beşdarî xebatên ragihandinê bû û di radyoyê de cih girt, li radyoyê  şerê Kobanê şopand. Di sala 2014'an de di radyoya  dengê cûdî a Kantona Cizîrê de xebat meşand. Di  13?ê Adara 2015?an de vegeriya Kobanê û dîsa di dengê Kobanê de karê weşanê  kir. Her wiha demekê nuçegîhana Ronahî Tv bû. Tevlî hemleya rizgarkirina Sirîn, Hemleya Şehîd Gelhat, Minbic, Reqa û herî dawiyê Pêngava Bagera Cizîrê bû.
Di roja 12?ê Cotmehê de nuçegîhan Dilîşan û hevalên xwe Rizar û Dinîz berê xwe dan qada Xuraî ya dikeve navbera Heseke û Dêrazorê ji bo  ku sivîlên ji çeteyên DAIŞ?ê rizgar bûne bişopîne. Dema ku Dilîşanê  karê xwe dikir, du erebeyan  êrîşî sivîlan kirin, di encama teqînê de komkujiyek hovane pêk hat û gelek sivîlan  jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Dilîşanê jî di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da. Tekildarî mijarê endamên Radyoya Waşê û Kanî ya bajarê Serê Kaniyê ya herêma Cizîrê erîşên li ser rojnamevanan nirxandin.
 
Rêveberiya Radyoya Waş û Kanî, Sozan Alî anî ziman ku şehîd Dilîşan xebateke mezin di qada çapemeniyê de meşandiye û wiha domand:" Rojnamevan Dilîşan kedeke mezin di qada çapemeniyê de da, bi taybet jî jinên ku DAÎŞ'ê zilm li wan kiribû, dişopand. Ji bo heqîqet derkeve holê û gel rastiyê bibîne têdikoşiya.   
 
Sozanê diyar kir ku Şehîd Dilîşan   di qada çapemeniyê de xwedî  roleke girîng bû. Sozan bal kişand ser hedefgirtina Rojnamevanan û wiha got:"Wesayeta ku hat teqandin taybet rojnameger hedef girtin. Dilîşan li dijî zîhniyeta desthildar û ji bo azadiya jinê têkoşîn dikir, loma bi taybet rojnamevanên jin hedef digirtin. Sozan di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Kesayetên wek Şehîd Dilîşan wê tu carî neyên ji bîr kirin,  em ê li ser şopa heqîqeta Nûjiyan, Erhan, Denîz Firat, Dilîşan kar û xebatên xwe dewam bikin."
 
Her wiha Şêra Osê wiha got:"Di destpêkê de di keseyata şehîd Dilîşan de em tevahî şehîdên heqîqetê bi bîr tînin û soza şopa rêya wan didin. Şehîd Dilîşan bi pênûsa xwe êşa jinên Minbic, Reqa û  Dêra Zorê derxist holê, em keda wê li erdê nahêlin. Em ê heta dawiyê li ser şopa Dilîşan, Xerîb, Nûjiyan ,Hogir û Sariya berdewam bikin û soza xwe her roj bi têkoşîna wan re nû bikin.