ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 18 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Çanda kincên Kurdî bi salan e li Kobanê didome û dîroka xwe diparêze. BI DÎMEN
 
*Xebat û şewrêyên Yekitiya Neteweyî bi pêşengiya KNK'ê li her çar perçeyên Kurdîstanê berdewam dikin. Herî dawî Şêwra Neteweyî ya li Rojavayê Kurdîstanê hat lidarxistin li navenda Girkêlegê bi biryarên girîng  bi dawî bû. Derbarê Yekitiya Neteweyî de  jinên elewî axivîn û gotin ku riya aşiti û azadiya Rojhilatanavîn di Yekitiya Neteweyan re derbas dibe. BI DÎMEN
 
*Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ'ê Bêrîtan Êzîdxan  derbarê hemleya Reqayê nirxadin kir û got:"Rizgarkirina Reqayê wekî tolhildana hemû jinên êzîdî û fermana 74 ne". BI DÎMEN
 
*Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmoglullari dagirkirina Kerkukê ya ji aliyê artêşa Iraq û hêzên Heşdî şabî ve nirxand û wiha got: “Anîna lihemberî hev a kurd, ereb, tirkmenên li Kerkukê, wê herêmê bibe kaosek mezin.”
 
*Endamên Radyoya Waş û Kanî derbarê êrîşên li ser rojnamevan Dilîşan Îbiş û rola wê ya di çapemeniyê de nirxandin kir.
 
*Ji Heyeta Îmraliyê, Pervîn Buldan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, parçeyek konsepta şer a krîza ku hikûmet li ser gelê kurd dimeşîne ye û got divê bi taybet jin li dijî tecrîdê dakevin kolanan. Pervîn ev tişt got: “Jinên ku rojeva sereke ya  Abdullah Ocalanin, divê ew jî Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe.” BI DÎMEN
 
*Rêveberê avahiyê C.S. yê ku keça 15 salî ya malbata di avahiyeke Edeneyê de dixebite îstîsmara zayendî lê kir,  doz der barê wî de hatibû vekirin û bi ‘hepsa malê’ hatibû xelatkirin.  Runiştina yekemîn ya dozê sibê tê dîtin. Jinan diyarin kir ku ji bo C.S. cezayê bigire wê şopdarên dozê bin û banga tevlîbûna runiştinê kirin.
 
*AMED - Girtiyên jin ên ku surgunî girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatin kirin, bi hevkariya ÎHD’ê diyar kiribûn ku di dema surgunê de rastî îşkenceyê hatine. ÎHD’a Amedê jî ji Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê re daxwazname nivîsî û daxwaz kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û der barê berpirsiyaran de tiştên hewce bên kirin. Dozgeriyê di 6’ê cotmehê de bersiv da daxwaznameyê û îdia kir ku ‘sûcdarî ne rastin’.