Li Efrînê şevbihêrka dengbêjan hat lidarxistin

  • 09:54 13 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi munesebeta mîrasa kurdî ya çandî neyê jibîrkirin û li ser piya bimîne Navenda Çiyayê Kurmêc a Çand û Hunerê li Efrînê şevbihêrka dengbêjan li dar xist.
 
Bi munesebeta mîrasa kurdî ya çandî neyê ji bîrkirin û li ser piya bimîne Navenda Çiyayê Kurmêc a Çand û Hunerê li Efrînê bi dirûşma "Çanda me jiyana me ye" şevbihêrka dengbêjan li dar xist. Hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, endamên çand û hunerê û bi dehan şêniyên Kantona Efrînê, beşdarî şevbihêrkê bûn.
 
Ji bo berxwedêrên azadiyê şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
 
Alî Dewud û Xedîce Hesen klamên xwe berz kirin.
 
Şevbihêrk bi gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.