 
				Şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ketin rê
- 12:30 28 Sibat 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke nû ya şêniyên kantona Cizîrê ji bo beşdarî çalakiyên nobadariya li dijî êrişên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê bibin, ber bi bendavê ve ketin rê.
	Îro komek nû ya şêniyên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Brakê yên antona Cizîrê bi coşeke mezin ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.
	Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên artêşa Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariya parastinê dikin.
	Şêniyên kantona Firatê niha li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, dê şêniyên kantona cizînê li şûna wan çalakiyê berdewam bikin.

 
				 
				 
				 
				 
				





